Kurd li Mereşê jiyaneke nû ya komunal ava dikin 2023-03-16 09:02:27   Nîşmiye Guler   MEREŞ - Li gundê Aşagi Kuyumcular ku yek ji navendên erdhêjê bû xaniyek jî lê nemaye, welatî ji bo avakirina civaka nû bi hêza xweser xwe rêve dibin û jiyana komunal ava dikin.   Piştî erdhêjên navenda wan Mereş bû pêk hatin şûnde derket holê ku rêveberiyên herêmê û xwerêvebirina gel çiqas girînge. Gelê ku terkî mirinê hat kirin bi gotinên "dewlet tune ye, dewlet li ku ye" bertek nişandan.    Kurdên Elewî xwe rêve dibin   Li gelek herêmên Mereşê gel birîndar û cenazeyên xwe bi derfetên xwe derxistin. Alîkariyên ji xizmên wan yên Ewropa û dildaran hat jî di nav hev de parve kirin. Li gundên Kurdên Elewî ev rewş zêde derket holê.   Gundê Aşagi Kuyucular     Gundê Aşagi Kuyumcular ê girêdayê navçeya Kurdoxlî ya Mereşê bû û xeta fayê di bin re derbas dibû.  55 mal li gund bûn û 53 heb serobino bûn. Du xaniyên man jî xesarek giran dîtin. Sê kes di bin kavilan de mirin.  Gundiyan li baxçeyê Mala Cemê yê gund bi derfetên xwe kon girtin û danîn. Di konê hevpar yê hatiye danîn de xwarin tên çêkirin.   Berbi komuna gund     Alîkariyên tên li baxçeyê mala ceme tên komikrin û piştre li gorî hewcedariyên welatiyan tên parvekirin. Ekîba kordînekirinê ya ji 4 kesî pêk tê hatiye avakirin. Ekîba hatiye avakirin ji bo avakirina komuna gund bûye pêngava yekem. Her çiqas hîna pergala komun nehatibe avakirin jî şêniyên gund hewcedariyên xwe diyra dikin, xwe kordîne dikin, bi qasî hewcedariya xwe tişt dixwazin.      Kar û barên rakirina kavilan piştî mehekê şûnde di bin koordinasyona Wezareta Hawirdorê de ji aliye ekîbên Midûriyeta 20’emîn Herêma Karê Avê ya Dewletê (DSÎ) ve tên rakirin.  Der barê ava şebekê de hişyariya bila kes venexwe hatiye kirin.  Welatî ava vexwarinê ji ava depoyên dildarên şaredariya Enqere û Bornovayê hatiye şandin peyda dikin. Tevî ev hişyarî hatiye kirin jî çareseriyek tune. Li gund ceyran tên li mala ceme heye.  Têlên ceyranê yên hemû ketine erde jî hîna li ser riyane.   Mizginiya darên mişmişan civaka nû ye     Tevî hemû hilweşîn û êşa erdhêjê li gund xweza xwe nû dike. Darên mişmişan nav kavilan de kulîlkên xwe vekirin û mizginiya civaka nû dide.