Ji bo jinan bang: Hanîfeyê tenê nehêlin 2023-03-15 09:06:25     Melike Aydin    ÎZMÎR - Endama Meclîsa Jinan a Hejmar 2 a Egîtîm Sen a Amedê Demet Onal  da zanîn ku Hanîfe ku di jiyanê de tenê hat hiştin piştî hatiye qetilkirin jî tenê hatiye hiştin û ji bo xwedîderketina li Hanîfê banga tevlibûna rûniştina 12’ê Gulanê kir.    Li navçeya Dîkîlî ya Îzmîrê Hanîfe Çakici di 11’ê Tebaxa 2022’yan de li Termînala Otobusa Dîkîlî ji aliyê Haydar Çakici yê pê re zewicandî ve hat qetilkirin. Duyemîn rûniştin li Edliyeya Bergama hat dîtin. Ji ber malbata Hanîfeyê ji dozê vekişiya parêzerekî ku Hanîfê biparêze tune bû.  Li dadgehê ne gumanbar Hanîfe hat darizandin. Tevî doza cemawerî bû daxwaza tevlibûna Komîsyona Mafê Jinan a Baroya Îzmîrê nehat qebûlkirin.  Parêzerê wezareta xizmetên civakî û malbatî wê Hanîfê di rûniştina din de biparêze. Hanîfe ku 16 salî hat zewicandin her tim tundî dît. Jin piştî bûyerê çûn gundê Delîklîtaş û tevli merasîma cenaze bûn. Platforma Jinan  a Dîkîlî, Baskê Jinan a Dîkîlî ya CHP’ê, ji Konseya Bajar a Dîkîlî û jinên gund tevli merasîma cenazê bûn.   ‘Di hawira tundiyê de têkoşîna jiyanê’   Endama Meclîsa Jinan a Hejmar 2 a Egîtîm Sen a Amedê Demet Onal der barê mijarê de axivî. Demetê wiha got: “Demek dirêj îdianame nehat amadekirin. Roja dadgehê gelek tedbir hatin girtin. Tevî hemû biryarên tedbîrê nexwestin me bigirin hundir. Nûnerên saziyan girtin. Ji me  ji 7 kesan du heb girtin. Malbat ji dozê vekişiya. Îfadeya gumanbar girtin û jiyana Hanîfê lêpirsîn kirin. Hanîfe di temenê biçûk de tê revandin. Her tim tundiyê dibîne. Du zarokên wê hene. Li Dîkîlî bi cih dibin. Bi dehan carî serî li KADES’ê dide. Biryara dûrxistinê didin gumanbar. Lîseyê ji derve diqedîne. Ji bo biçe zanîngehê hewl dide. Diçe stargehê. Lê kujer her carê wê tehdîd dike.”   Dewletê Hanîfe neparast     Demetê diyar kir ku  Hanîfe bi dehan carî serî li polîs dide, stargehan dide û got: “Dema cînayet pêk hat Hanîfe di bin parastinê de bû. Lê dewletê Hanîfe neparast. Li cihekî wek otogarê ku polîs û cenderme lê hene li ber çavan hat qetilkirin. Di pêvajoya dadgehê de jî gotinên ku Hanîfe hedef digirt hatin bikaranîn. Pirsên ku piştgirî didan gumanbar hebûn. Yanî ne kujer, Hanîfe hat darizandin. Jiyana Hanîfeyê hat darizandin. Tu kesê ku Hanîfê biparêze tunebû. Ji ber malbat vekişiya parêzer jî tunebû.”   Demetê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan û saziyên jinan kir ku Hanîfeyê tenê nehêlin û gotin divê hemû kes tevli rûniştina di 12’ê gulanê de pêk tê, bibin.