Nexweşê di kon de enfeksiyon girt rakirin nexweşxanê 2023-03-15 09:05:21   Nîşmiye Guler    MEREŞ - Hasan Okten yê nexweşê pençeşêrê ye bi malbata xwe ya 8 kesî di kon de dimîne û ji ber nexweşiyê bi pençeşêrê ket. Keça wî Pinar Okten got dermanên  ji bo kemoterapi ji bo vê bavê wê pêwiste û nexweşên bajarên derdorê raporê dixwazin lê ji ber erdhêjê xwe nagihînin doktoran.   Hasan Okten yê 61 salî li Mereşê li nexweşxana Necîp Fazil  ji ber nexweşiya pençeşêrê dihat dermanirin. Hasan Okten piştî erdhêjê niha bi malbata xwe re di kon de dimîne. Hasan 6 sale tê dermankirin û sê caran emelyet bûye. Mala wan ya li Narli ya Bazarcix a Mereşê zirarek mezin dît. Niha di kon de dimînin û ji ber rewşa tenduristiyê gelek mexdûr dibe.      Hasan diyar kir ku bi salane li dijî nexweşiyê têdikoşe û got: “Piştî erdhêjê em li gelek nexweşxaneyan geriyan. Lê em ji wir şandin wir. Em cih bi cih gerandin. Tu bendewariya me ji dewletê tune.  Zarokên min ji bo kon çûn Qeymeqamtiya Bazarcixê. TC me digirin û tiştekî din nakin. Herî dawî konek dan. Lê ew jî pir tenike.”   Derman nabînin   Keça wî Pinar Okten jî wiha anî ziman: “Divê bavê min kemoterapi bibine. Lê ji ber erdhêjê her tişt sekini. Du hefte berê me bir nexweşxaneyekê kemoterapi dît. Em dermanan nabînin.  Pir zehmete. Nexweşiya bavê min pir pêşketiye. Di asta çaran de ye.  Ji derveyê welat doktorên dildar hatin. Lê ji ber ne branşa wan e nikarin binerin.  Em diçin nexweşxaneyên bajarên din raporan dixwazin. Lê ji ber erdhêjê em xwe nagihînin doktorên vir.” Pinarê da zanîn ku  kon gelek sare û ji bo bavê xwe şev û roj sobê pêdixin û wiha dawî lê anî: “Bavê min nexweşe. Her xwarin nabe. Her wiha welatî ji ber xwarinên Kizilayê nerehet  bûn. Xwarin nikarin bên xwarin. Hele nexweş qet nikarin wan xwarinan bixwin. Hewcedariyên tuwalet û serşoyê  hîna nehatine  çareserkirin.”   Hasan ku mehek zêde ye di kon de dijîn ji ber nexweşiya wî rojek bere rakirin nexwşexanê û hat hîn bû ku bi enfeksiyonê ketiye û niha li beşa giran a Park Medîcal a Dîlokê tê dermankirin.