Elewiyên Ereb: Em ji ber nasnameyê cuda tên dîtin 2023-03-15 09:03:08     Dîlan Babat    HATAY - Husniye Okyay a li taxa Karaalî ya navçeya Defne ya Hatayê dijî diyar kir ku wan hîna kon negirtine û ji alîkariyên tên tu fêdeyê nagirin, ji ber nasnameyê rastî cudakariyan tên.   Bandora erdhêjên navenda wê Mereş bû didome. Li taxa Karaalî ya Defne ya Hatayê ku piranî welatiyên Elewiyên Ereb lê dijîn, gel hîna alîkariyek baş negirtiye. Welatiyan diyar kirin ku ji ber nasnameyên pir cuda nêzî wan dibin û bi derfetên xwe jiyana xwe didomînin.   ‘Em bi tirs dijîn’   Jina bi navê Husniye Okyay da zanîn ku xaniyên wan xesarek giran dîtiye ji ber vê di konê serayê de dimînin û got: “Bandora erdhêjê hîna li ser me ye. Me hinek alav ji xaniyên xwe yên zirarek mezin dîtiye derxist. Cihê em lê dijîn gir in. Em bê navber dihejin. Xizmên me cîranên me jiyana xwe ji dest dan. Bajarê me wêran bû. Em hîna jî ditirsin.   6 malbat di konê serayê de dijîn     Husniyeyê daxuyakirin ku ev mehek zêde ye di konê serayê de dimînin, ji bo kon serlêdan kirine lê ev hefteyeke kon gihiştiye destê wan û wiha vegot: “Pirsgirêka avê didome. Em ji bo kon çûn AFAD’ê. Kizilayê got wê kon bişînin. Ev meheke em li bendê bûn. Demên ewil tiştek nedihat bîra me. Piştî em hatin ser xwe dildaran av dan me.  Ez tenê dijiyam. Xaniyên xizmên min wan hilweşiyan. Nivîn têrî me nakin. Em 6 malbat di konê serayê de dijîn.”   Cudakariyê canê me êşand   Husniyeyê bal kişand ser cudakariyê û wiha domand: “Ji  ber şoka erdhejê qet cudakarî nehat hişê me. Mehek ser erdhêjê re derbas bû me dît ku hemû alîgirên desthildariyê alîkariyan digirin. Wê demê me fêm kir. Em gelek xemgîn bûn. Me şêniyên taxê her tişt li hev par dikir. Lê ji ber nasnameya xwe em rastî cudakariyan hatin. Vê canê me êşand. Ji dewletê tu tiştek nehat ji me re.”   Barê jinan du qat bû   Husniyeyê da zanîn barê jinan girantir bû û wiha dawî lê anî: “Barê jinan bi erdhêjê re du qat bû. Di alî paqijiyê de pirsgirêkên mezin hene. Me berê her hefte nivînên xwe dişuştin. Lê niha ne wisa ye. Dema kon dicemide em nikarin hundir bimînin. Ger dibe jî em nikarin bimînin. Zarokên biçûk hene. Binê kon ax e, her şev cemedê digire. Em dikarin xwarinê bibînin lê hewcedariyên din hene. Nivîn, betanî, konteynir.”