Jinên Şemzînanî: Bila Newroz bibe wesîleya aştî û azadiyê 2023-03-14 09:05:35     COLEMÊRG - Li Şemzînana wê agirê Newrozê yê ewil li wir bê pêxistin amadekarî didomin. Jinên Şemzînanî diyar kirin ku wê bi kelecan û coşeke mezin qadên Newrozê tije bikin.    Wê Newroza ku her sal bi milyonan kes tevlî dibû îsal bi dirûşma "Her der Newroz, her dem azadî","Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve" bê pêşwazîkirin. Wê Newroz bi rihê serhildanê li 43 navendan bê pêşwazîkirin. Wê agirê ewil ê Newroza 2023'yan di 15'ê Adarê de li Şemzînana Colemêrgê bê pêxistin.    Jinên li Şemzînanê dimînin diyar kirin ku ew ê Newroza îsal jî bi kelecan û coşeke mezin pêşwazî bikin û gotin bila Newroz bibe wesîleya aştî û azadiyê.   'Newroz ji bo jinan destpêka azadiyê ye'   Fatma Şenlik da zanîn ew ji ber pêxistina agirê ewil ê li Şemzînanê bi kelacan in û wiha got:"Me ji bo amadekariyên Newrozê fîstan dirûtin. Pîrozbahiya Newrozê ya ewil a li vir ji bo me xwediyê wateyeke girîng e. Înşallah ev Newroz wê bibe sedema azadî û aştiyê û bibe sedem ku deriyên girtîgehan vebin. Newroz ji bo jinan destpêka azadiyê ye. Bila welatiyên Şemzînanê hemû bên Newrozê. Em bi hev re vê kelecanê pêşwazî bikin. Bila her kes Newrozên berê bi bîr bixin."     'Bila Newroz bibe wesîleya aştî û azadiyê'   Mevlude Gelici, da zanîn ew ê qadên Newrozê bi kelecan û coşeke mezin pêşwazî bikin û wiha got:"Em ê bi cil û bergên xwe yên kurdî dakevin qadan. Newroz ji bo hatina biharê ye, divê em hatina biharê bi kelecan û têkoşîneke mezin pîroz bikin. Em hemû welatiyên Şemzînanê vedixwînin qadan. Bila Newroz bibe wesîleya aştî û azadiyê."