Dewamiya kevneşopiya çapemeniya jinên kurd: Kovara Jin 2023-03-14 09:03:37     Rozerin Gultekin    STENBOL - Edîtora Rojnameya Yenî Yaşamê û Kovara Jin Hicran Urun a têkildarî dewamiya Pêveka Jinê ya Rojnameya Yenî Yaşamê ya wekî Kovara Jin axivî da zanîn ku xebatên wan ji warê arşîvkirina têkoşîna jinê de girîng e û got ew ê di warê dayina kedê ya ji bo nirxên jê bawer dikin de têkoşîna xwe bidomînin.    Bi salan e ji aliyê zihniyeta bavikalarî ve rastî, dîrok, destkeftî tê berovajîkirin û wiha nîşanî gel tê dayin. Jin li dijî van êrişana rastiya xwe dinivîsin. Ji bo vê jî têdikoşin. Yek ji xala girîng a vê têkoşînê jî çapemeniya azad e. Jinên kurd ên rojnameger bi salan e tên qetilkirin û li dijî zext û zordestiyan li berxwe didin. Yek ji xebatên jinan ên çapemeniyê ya têkoşîna wan derdixe pêş jî Pêveka Jinê ya Rojnameya Yenî Yaşamê ye. Heta niha 53 hejmarên vê pêvekê derketiye. Ji 5'ê Adarê şûnde Pêveka Jinê ya Rojnameya Yenî Yaşamê wekî Kovara Jin dewam kir.    Çapemeniya azad kevneşopiya xwe didomîne...   Hicranê da zanîn Pêveka Jinê ya Rojnameya Yenî Yaşamê di dîroka çapemeniyê de cihekî girîng girt û got:"Têkoşîneke ji Gurbeteli Ersoz heta niha hatiye, heye. Ji bo dengê jinan bê bihîstin têkoşîna jinê ya di qada çapemeniyê de dewam kiriye. Berê di Rojnameya Ozgur Gundemê de Binevş hebû. Ji bo em vê kevneşopiyê bidomînin me xebata Pêveka Jinê ya Rojnameya Yenî Yaşamê dest pê kir. Dema em derketin ser rê me bertekên erênî girt."   'Di aliyê dîroka jinê de arşîvek e'   Hicranê da zanîn ku dema ew derketine ser rê êriş û zextên li dijî destkeftî û têkoşîna jinê zêde bûne û wiha pê de çû:"Pêdiviyek ji weşana ji bo dengê jinê bilind bike û bide bihîstin hebû. Em fikirin ku pêdivî ji mecrayeke ne tenê dengê jinê li Kurdistan û Tirkiyeyê bide bihîstin pêdivî bi mecrayeke bikaribe dengê jinên cîhanê bide bihîstin hebû. Me mîkrofona xwe dirêjî jinên Arjnatînî jî kir. Em bûn dengê jinên li Rojava û Şîlîyê. Ev yek bû sedema avakirina arşîveke têkildarî têkoşîna jinê. Dema em li dû xwe dinêrin em 53 hejmarên bûne dengê hemû jinên cîhanê dibînin."   'Em ne mecbûr in mîkrofonê dirêjî mêran bikin'   Hicranê wiha pê de çû:"Em bi jinan re li ser siyaseta Enqereyê, polîtîkayên Rojhilata Navîn, aboriyê bi jinan re axivîn. Di van hemû serenavan de jin hebûn. Gelekî girîng e ku em di çarçoveya jinê de li van qadan binêrin. Me di van qadan de portfoyek ava kir. Hûn çiqasî mîkrofonê dirêjî jinan bikin hûn ewqas jinê didin xuyakirin. Hûn ne mecbûr in tenê mîkrofonê dirêjî mêran bikin."   'Jin têkoşîna jinê ye'   Hicranê da zanîn ku têkoşîna jinê li cîhanê bûye xwediyê girîngiyekê û wiha got:"Têkoşîna jî bi 'jin jiyan azadî', bi têkoşîna jinên kurd a li dijî DAÎŞ'ê, têkoşîna li dijî faşîzma li bajarên Bakurê Kurdistanê tê dîtin. Li hemû cîhanê li ser dirûşma 'jin jiyan azadî' tê axaftin. Me jî biryar girt ku em li ser vê dirûşma dîsa rêya xwe bidomînin. Jin li gel me ne tenê biyolojîk e. Jin têkoşîna jinê ye. Me heta niha du hejmar weşand."   'Em ê dayina keda ji bo nirxên em pê bawer in bidomînin'   Hicranê da zanîn ew li dijî zextên dewletê têkoşîna xwe didomînin û wiha pê de çû:"Hûn dikarin bi sansurê rû bi rû bimînin, dikare weşanên we bên astengkirin. Em cara ewil bi vana nayên rû hevdu. Lê belê em dikarin bi van zextana serî derxin. Em hîn bûn ku tiştê nû bihonin. Zext heye lê belê em ji kevneşopî û tecrubeyên xwe dizanin ku ev tiştana nikare serî bi me bidin tewandin. Em ê dayina keda ji bo nirxên em pê bawer in bidomînin."