Qadên zeytûnan bûn cihê kavilên Hatayê 2023-03-14 09:02:28     Dîlan Babat   HATAY - Li Hatayê kavilên ku tên komkirin dibin li deverên nêzî bajêr, devêren ku darên zeytûnan heyî û li herêmên nêzî konbajaran tên valakirin. Kavilên ku tên valakirin zirarê dide xwezayê, hewayê û mirovan.    Erdheja ku li 11 bajaran bi bandor bû piştî sê rojan şûnde xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatin despêkirin. Ji ber xemsariya ku hatî kirin gelek kes di bin kavilan de jiyana xwe ji dest da. Niha jî li cihên hilweşiyayî xebatên rakirina kavilan tê meşandin. Bajarê ku herî zêde bi bandor bû û ji holê rabû Hatay e. 34 hezar û 210 kamyon ji bo rakirina kavilan şandin Hatayê. Heta niha 394 kavilên avahiyan hatin rakirin. Her wiha bi rakirina kavilan pirsgirêkek din derket holê û kavilên ku hatin kom kirin di nava darên zeytûnan tên valakirin. Ev tişt jî bi xwe re texrîpkirina xwezayê tîne.    Gelek kavil li qada Kanê ya Altinozu tê valakirin. Ev der 10 kîlometre dûrî bajêr e. Li vir bêtir darên zeytûnan heye. Her wiha ligel texrîpkirina xwezayê karkerên ku vî karî dikin jî bê ewlehî dixebitin. Li qada ku tozek zêde lê heyî karker bê maskê dixebitin.    Her wiha kavilên ku li qada Balliozde ya ku 10 kîlometre ji dûrê bajêre tê valakirin jî zêdetir darên zeytûnan heye. Dîsa li sanayiya biçûk a taxa Odabaşi jî bûye cihê kombûna kavilan.    Kavilên li navçeya Samandagê ya Hatayê jî li nêzî stadyuma navçeyê tê valakirin. Ev der bi taybetî nêzî konbajar a ku ji bo mexdûrên erdhejê hatî avakirin e. Valakirina kavilan hem zirarê dide mexdûrên erdhejê û hem jî zirarê dide xwezayê.    Berkant Dogan bi dildarî xizmeta tenduristiyê dide û di nava Tora Piştevaniya Erdhejê de cih digire. Berkant li cihê ku kavil tê valakirin lêkolînan dike û wiha bal kişand ser rewşa heyî: "Kavilên ku tên valakirin gelek zirarê dide xwezayê. Her wiha kesên ku vî karî dikin jî bê maske dixebitin. Her wiha kavilên ku tên valakirin divê ji hevdû bên cudakirin. Di encama valakirina kavilan de tozek mezin derdikeve holê û ev tişt jî zirarê dide hewayê. Peşniyara me ev e ku ji bo tenduristiyê divê maskê li herêmê bê belavkirin. Ji ber ku dê pêşerojê nexweşiya kezebê bêtir derkevin holê. Em naxwazin kesên ku ji erdhejê rizgar bûyî piştre bi penceşêrê jiyana xwe ji dest bidin."