Mehek derbas bû hîna tuwalat û serşo pirsgirêk e! 2023-03-13 09:04:14   Dîlan Babat   HATAY - Gulcan Kaya ku dîmenekî xwe bi hevjîn û du zarokên xwe re di çapemeniya civakî de parve kir, welatiyekî kon jê re şand. Gulcan Kaya diyar kir ku tevî mehek di ser erdhêjê re derbas bûye  pirsgirêka wan a tuwalet û serşoyê didome.   Di ser erdhêjên navenda wan Mereş bû de mehek derbas bû lê pirsgirêkên gel yên kon, av, ceyran tuwalet û serşoyê didomin.  Yek ji cihên herî zêde bi bandor bû Îskenderun a Hatayê bû. Gulkcan Kaya ku mala wê xesarek giran dît, yek ji mexdûrên erdhehê ku di kon de dimîne ye. Meheke tu alîkarî tune ye   Gulcan bi zarokên xwe re di konekî biçûk de dimîne û ji ber rîska hilweşîna xaniyê wê heye nikare bikeve hundir û wiha got: “Zarokên min her tim digirîn. Psîkolojiya wan xera bû. Em hatin vir lê hîna alîkariyek tune ye. Bi hevjîn û du zarokên xwe re di konde dimînim. Serşo û tuwalet tune. Em sê rojan li derve man. Em birçî man. Hevjînê min vîdeoyek kişand û avêt înternetê. Li ser vê konek ji me re hat.”   Nexweşiyan rû da   Gulcanê wiha dirêjî daye: “Em dixwazin bikevin xaniyê xwe alavên xwe derxin lê polîs me tehdîd dikin. Tu tiştekî me tunebû. Em bi zor ji hundir derketin. Me bi zor du koltix ji hundir derxistin.Carna em xwarinê nabînin. Ji bo konbajar me nav nivîsî. Em hefteyekê li derve li ber sermaye man. Zarok nexweş dikevin. Li konbajar nexweşiyan rû da.  Ji ber vê me xwest em ji konbajar derkevin.  Hewcedariya me bi tuwalat serşoyê heye. Em tuwaletê jî di kon de dikin û piştre davêjin çopê.”