Li Wanê amadekariyên Newrozê didomin 2023-03-13 09:03:36     WAN - Endama Komîta Tertîp a Newroza Wanê Ceyda Dînlar da zanîn ku dest bi amadekariyên Newrozê kirine û got wê li qadan li dijî tecrîdê hêrsa xwe bînin ziman.   Îsal Newroz bi dirûşma‘Her der Newroz her der Azadî’  dê bê pîrozkirin. Endama Komîteya Amadekar a Newroza Wanê Ceyda Dîndar der barê amadekariya Newroza ku îsal diyarî kesên di erdhêjê de jiyana xwe ji dest dane, de axivî.   Ceyda Dîndar bi lêv kir ku dest bi amadekariyên Newrozê kirine û wê li Wanê bi dirûşma "Her der Newroz der der azadî" li qadan bin.   Wê serhildanê biqîrin   Ceydayê da zanîn ku îsal Newrozê bi êşa karaseta erdhêja ku bandor li 11 bajaran kiriye pêşwaz dikin û wiha domand: “Her sal Newroz bi coş dihat pîrozkirin. Lê mixabin îsal em êşa gelê xwe parve dikin. Qadên Newrozê sembola aştî, azadî û wekheviyê ne. Li pêş me pêvajoyek hilbijartinê heye. Bi vê pêvajoya hilbijartinê re em ê serhildana xwe li qadên Newrozê biqîrin. Em xebatên xwe bi awayekî xurt li her derê dimeşînin.   Ceydayê bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha dawî lê anî: “Newroza 2023’an wê bibe nokteya şikandina tecrîdê. Wê gele Kurd li qadan be bi coşa xwe tecrîdê bişkîne.Tecrîdê bandor li ser hemû aliyan kiriye. Em hemû gele xwe bi awayekî xurt vedixwînin qadên Newrozê.”