Wê rihê 8’ê Adarê bibin Newrozê 2023-03-12 09:05:32   ÎZMÎR - Hevseroka HDP’a Îzmîrê Berna Çelîk da zanîn ku wê bi rihê têkoşîna 8’ê Adarê biçin Newrozê û daxwazên xwe bînin ziman.   Îsal Newroz bi şîara ‘Her der Newroz her der azadî’ wê li 43 navendan bê pîrozkirin.  Amadekariyên Newrozê bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 19’ê Adarê de li Îzmîrê li Qada Gundogdu saet di 13.00’an de dê bê pîroz kirin didomin. Hevseroka HDP’a Îzmîrê der barê mijarê de axivî û got wê bi rihê 8’ê Adarê biçin Newrozê.   Bernayê di berdewamiyê de wiha vegot: “Îtîraza 8’ê Adarê de derket holê wê li Qadên Newrozê jî bê kirin. Di 8’ê Adarê de bidehezaran jin daketin kolanan. Jinan bi dirûşmên "Hikûmet îstîfa" qad hejandin. Em ê bi rihê 8’ê Adarê Newrozê pêşwaz bikin.” ‘Wê daxwaza azadî û berxwedanê bilind bibe’   Bernayê got Newroza îsal diyariyî bi dehezaran kesên di erdhêjê de jiyana xwe ji dest dane wê bê kirin û wiha domand: “Newroz wek cejna vejînê tê pîrozkirin. Newroza îsal wê hem Newroza şînê hem jî ya berxwedanê be. Em li Îzmîrê jî di Newrozê de em ê piştevaniya xwe bidin hîskirin. Her wiha wê daxwaza azadî û berxwedanê bilind bibe.”   Bernayê wiha dawî lê anî: “ Amadekariyên hilbijartinê jî hene. Bernameyên me hene. Li navçeyan civîn, serdanên malbatan û belavkirina belavokan heye. Di van xebatan de tenê der barê Newrozê de bangek tune ye. Der barê pêvajoyê de jî bang heye. Xwedîderketina li Newrozê wê bê vegotin. Divê em li gorî hesasiyeta pêvajoyê qadan tije bikin. Ez banga tevlibûna Newrozê li hemû kesî dikim.”