Konê jê re şandin şûnde xwestin 2023-03-12 09:04:45   Dîlan Babat   HATAY - Gulnaz Gumuş a li Samandagi mala wê hilweşiya û li bazara taxê  dimîne diyar kir ku şaredariya CHP’ê mehek şûnde hatiye serdana wan û Nîmet Kircilar jî da zanîn ku konê şînê yê lê diman zabîteyan hewl daye rabikin.   Di ser erdhêja navenda wê Mereş bû re mehek der bas bû. Jina bi navê Gulnaz Gumuş a li bazara taxê ya Samandagi kon ava kir wih agot: “Em li vir perişan bûne. Me xizmên me jiyana xwe ji dest dan. Qêrîna wan di bin kavilan de dihat me. Xizmên me sê rojan di bin kavilan de man. Ekîbên rizgarkirinê nehatin.”   Çima em terk kirin     Gulnazê bi lêv kir ku zavayên wan keça xwe 6 roj şûnde ji bin kavilan derxistiye û wiha domand: “Em bi hewldanên xwe dijîn. Em nizanin ji windayên xwe re xemgîn bibin an jî ji tirsa ku zarokên me dijîn. Psîkoljiya me têk çû. He rtiştê me di bin kavilan de man. Em li vir tekî qedera xwe hatine kirin. Em çar kes di kon de dimînin. Hevjînê min astengdare.  Min ji zarokên xwe re cil nedîtin. Hîjyen qet tune ye. Şaredar mehek şûnde hat vir. 5 deqeyan nesekinî.  Piştre çû. Kon anîn lê dan xizmên xwe. Ji bo welatiyên mexdur tu tiştek nekirin.”   Jina bi navê Nîmet Kircilar jî berteka xwe wiha anî ziman: “Me kon xewst lê neanîn. Me ava vexawrinê xwest ew jî nedan. Konê dan şûnde girtin. Ji Stenbolê konek hat lê niha vî konî jî dixwazin. Gelo em biçin ku derê. Tu kes alîkariyê nade. Em nikarin serê xwe bişon. Keya jî alîkariyê nade. Em ji tu derê alîkariyê nagirin. Konê şînê ava kirin.  Zabite hat got ji vir derkevin.”