'Heta bersûcên din jî bên cezakirin em ê li berxwe bidin' 2023-03-11 09:58:42     ÎZMÎR - Parêzer Kubra Deniz Çelik da zanîn ku dereng be jî cezayê muebbeta giran a li Cemal Metin Avci hat birîn tê wateya tecelliya edaletê û got ew ê ji bo Metin Avci jî herin Dadgeha Bilind.    Di sala 2020'î de Cemal Metin Avci (32) xwendekara zanîngehê Pinar Gultekin (27) bi îşkenceyê qetil kir. Cemal bi sûcê "Kuştina bi hîsên hovane û bi eziyet û kuştina plankirî" hat darizandin û cezayê dadgeha herêmî dayê hat xirakirin. Piştre dozê dîsa dest pê kir. Rûniştina biryarê li Daîreya Cezayê 4'emîn a Dadgeha Edliyeya Herêma Îzmîrê hat dîtin. Dadgeha Cezayê Giran a 3'yemîn a Edliyeya Muglayê daxistina tehrîka neheqî ji bo Metin bi cih anîbû. Her wiha derbarê şirîkê wî Şukru Gokhan Orhan jî biryara beratê hatibû dayin. Di doza li Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Îzmîrê hatibû dîtin de cezayê muebbeta giran ji bo Metin hat birîn û ji ber tarîkirina delîlan jî 4 sal ceza da  Mertcan Avci.   Ji parêzera dozê Kubra Deniz Çelik, da zanîn bi derengî be jî edalet hatiye cih û got derbarê Mertcan Avci jî wê biryara Dadgeha Edliyeya Herêmê temyiz bikin. Kubrayê da zanîn wê derbarê bersûcên din jî têkoşîna hiqûqê bidin. Dayika Pinar Gultekin Şefika Gultekin jî got ew ji biryarê razî ne.    'Ez ê bi rehetî rakevim'   Şefikayê da zanîn ku bi derengî be jî biryara rast hatiye dayin û got:"Ez ê bi rehetî rakevim."   'Daxistina tehrîka neheqî nehat qebûlkirin'   Kubrayê da zanîn edalet bi derengî ketiye û daxistina tehrîka neheqî ji bo Metin ketiye meriyetê. Kubrayê bi lêv kir ku ji bo wan daxistina tehrîka neheqî jî girîng bû divê ev ji bo Metin neketiba meriyetê û wiha got:"Me got îfadeyên wan hatine jiberkirin. Çimkî tim di cinayetên jinan de îfadeyên bi vî rengî tên bikaranîn. Îro bi derengî be jî edalet hat. Daxistina tehrîka neheqî hat rakirin. Loma jî li Metin Cemal Avci cezayê muebbeta giran hat birîn."   'Wê ji bo Mertcan Avci jî biçe Dadgeha Bilind'   Kubrayê da zanîn ku Cemal Metin Avci tena serê xwe Pinarê qetil nekiriye û got ew derbarê Mertcan Avci jî çûne îstinafê. Kubrayê got ew ê ji bo Mertcan Avci jî biçe Dadgeha Bilind.   'Ew ê li dijî bersûcên din jî têkoşîna hiqûqî bê dayin'   Kubrayê da zanîn ku di aliyê malbatê de berat mijara gotinê ye û got ew ê li dijî bersûcên din jî têkoşîna hiqûqî bê dayin.