Çîroka Hanim a Semsûrî... 2023-03-11 09:02:24   Marta Somek   SEMSÛR - Li Semsûrê jina bi navê Hanim Gulmez ku 3 kesên xwe piştî 9 rojan bi derfetên xwe ji bin kavilê derxist diyar kir ku ew heqê xwe li desthilatdariyê helal nake û bila lê jehr be. Hanimê diyar kir ku wê bi wêneyên keçên xwe û hezkirina sewalan ji bo her zindî têbikoşe.   Piştî erdhêja navenda wê Mereş bû 11 bajar bi bandor bûn û bi dehezaran kes di bin kavilan de man û jiyana xwe ji dest dan. Yek ji van bajaran jî Semsûr bû. Rayedar û AFAD di roja 6’an de çûn  Semsûrê li kavilan meze kirin û derketin. Welatiyan bi derfetên xwe cenazeyên xwe derxistin û bidehezaran kes bê kefen û bê şûştin hatin definkirin.   Li Semsûrê jina bi navê  Hanim Gulmez sê keçên xwe di erdhêhêjde winda kir. Em çûn mala şînê ya ku Hanim û xizmên wê danîne. Hanimê berteka xwe ya li dijî desthilatdariyê anî ziman.   Ji bo zarokên xwe bide xwendin xebitî     Hanim Gulmez ya Kurd Elewiye li gundê Kozan a Semsûrê bi sewalkariyê jiyana xwe didomand û bi salan bi firotina şîr û penîr 4 keçên xwe daye xwendin. Sê keçên wê zanîngehê diqedînin û li Semsurê di karen cuda de dixebitin. Hanim tevî hemû nexweşiyên xwe piştgiriya ji bo keçên xwe nade alî.   35 kîlometre dimeşin   Keça wê Gurbet (27), Bahar (24) û Gokçen (22) li Semsurê dijiyan û piştî erdhêjê Hanim dikeve fikara û ew û hevjînê xwe 35 km re dimeşin û diçin ber avahiya zarokên xwe. Avahiya zarokên wê lê diman hilweşiya bû.   9 rojan li ser kavilê man     Hanim û welatiyên din 9 rojan li ser kavilê disekinin lê ji bilî dilar û kedkarên madene tu kes alîkarî nade. Bi derfetên xwe vînçê dibin û yek deqeyekê ji wir naçin. Bi hêviya keçên wê sax derkevin dipê.   Di roja 9’an de bi hewldana dildaran 3 keçên wê û welatiyên din ji kavilê tên derxistin. Hîn dibin ku Gurbet, Bahar û Gokçe dema erdhêjê de hewl didin birevin lê di korîdorê de dimînin. Hanim diyar dike ku cenazeyên keçên xwe dibin gundê xwe defin dikin û li ser sê kulîlkan diçîne.   AFAD’ê bersiv nedaye!     Hanime bertek û hêrsek mezin li dijî desthilatdariyê nîşan dide û wih adibêje: “Dewlet tune. 9 rojan zarokên min bin kavilê de man. Destên piyên me girêdayî man. Em wisa ji xwe re li ser kavilê dipan. Ka dewlet. Li xizmên AKP’iyan geriyan. Em li AFAD’ê geriyan bersiva me jî nedan. Dewlet ji bêçareyan re tune. Desthilatdariyê tu tiştek ji bo gel nekir. Tayyîp Erdogan hat Semsûrê û helaltî xwest. Ez helal nakim. Bila heqê min lê jehr be.”   Hanimê bi kurdî lorand, êş û hêrsa xwe anî ziman. Hanim niha ji keça xwe ya 18 salî ya maye hêzê digire. Hanimê got keça wê Gurbetê gelek ji sewalan hez dikir û got ewê mîrateya keça xwe bidomîne ji bo sewalan û hemû zindiyan têbikoşe.