Li Mêrdînê 8’ê Adarê: Em ê raperîna xwe bidomînin 2023-03-10 09:05:29     Rojda Aydin - Medya Uren   MÊRDÎN - Siyasetmedar, aktîvîstên TJA'yê û welatiyên Mêrdînê li dijî astengiyên li pêş çalakiyên 8'ê Adarê bertekên xwe anîn ziman û gotin: "Li dijî astengiyan dê raperîna jinan bidome û em ê têkoşîna xwe ya piştevaniyê mezin bikin."   Şahî û mîtîngên 8'ê Adarê yên îsal ji ber erdhejê hatin betalkirin û li şûna vê Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma "Hevgirtina jinê jîn e" li qadan bi mexdûrên erdhejê re hatin cem hev. Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê jî meş hatin lidarxistin û daxuyanî hatin dayîn.    Meşa li Mêrdînê ji hêla walîtiyê ve hat astengkirin. Li dijî vê yekê jinan li ber avahiya HDP'ê ya Bajêr daxuyanî dan û qedexeya walîtiyê şermezar kirin. Siyasetmedar, aktîvîstên TJA'yê û welatiyên Mêrdînê li hemberî astengiyê bertekên xwe anîn ziman û banga mezinkirina piştevaniyê kirin.    ‘Jin bi hev re xurt in’   Hevşaredara HDP’ê ya Şaredariya Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz, anî ziman ku ji ber erdhêjên ku pêk hatin 8’ê Adarê pîroz nekirine û got îsal vê rojê bi raperînê pêşwazî kirine û wiha domand: “Wekî her sal em îsal bi bi hezaran jin li her deverê gihîştin hevdû. Ji bo ku em birînên hev bipêçin û piştevaniya hevdû bikin em hatin licem hev. Em vê 8’ê Adarê diyarî welatiyên ku di erdhêjê de jiyana xwe ji dest dane û jinên ku bi destên mêr û pergalê hatin qetilkirin, dikim. Ev 8’ê Adarê ji salên din cudatir hat pêşwazîkirin. Em di nava xemginiyeke mezin de vê rojê pêşwazî dikin. Raperîna me mezin e. Ez bawer dikim ku em jin bi hev re dê xûr bibin. Em bi hev re bi hêz in. Em vê rojê li hemû jinan pîroz dikim û em jin bi hev re xurt in.”    'Bijî Kurdistan’   Emîne Acar, jî vê rojê li tevahî jinên cihanê pîroz kir û wiha got: “Em roj roja me jin û dayîkan e. Dilê me dayîkan tev şevitiye. Bila êdî dilê dayîkan neşewite. Em jiyanek azad û wekhev dixwazin. Wekhevî û azadî jî bi berxwedan û serhildanê pêkane. Bijî Kurdistan.”   ‘Em ê raperîna xwe bidomînin'     Rêvebera DBP’ê ya Mêrdînê Ceylan Bektaş jî diyar kir ku Walîtiya Mêrdînê meş qedexe kiriye û wiha bi lêv kir: "Çend meşa me bê qedexekirin jî divê bê zanîn ku dê raperîna xwe bidomînin û li dijî zilmê dê dengê xwe bilind bikin."   ‘Em ê têkoşîna xwe bilind bikin’                Berdevka DBP’ê ya Mêrdînê Nesrîn Arpa jî da zanîn ku ew bi dilek xemgîn 8’ê Adarê pêşwazî kirine û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Me xwest em di 8'ê Adarê de bibin dengê jinên ku hatine qedexekirin. Lê wekî her carî walîtî çalakiya me ya 8'ê Adarê qedexe kir û tehemûlê têkoşîna jinan nekir. Lê ligel hemû qedexeyan jî em dîsa li qadan bûn. Tu kes nikare têkoşîna rawestîne. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Em hertim li cem jinên ku tundiyê re rû bi rû dimînin, jinên ku bûne mexdûrên erdhejê bin. Wekî hertim em ê dirûşma 'Jin, jiyan, azadî' li her derê bilind bikin."      ‘Em ê heta kengê bindest bin?'   Sultan Gun jî bektek nîşanî qedexeya walîtiyê da û wiha axivî: "Em bang li jinan dikin ku li dijî pergala serdest a mêr, li dijî zilm û zordariyê bibin yek. Ger em nebin yek ev zilm bi dawî nabe. Heta kengî em ê bindest bin? Ji ber vê tofanê dilê me diêşê. Xwezî zêdetir tiştek ji destên me bihata. Dema ku em wan di televîzyonan de dimînin zêdetir xemgîn dibim. Min jî dixwest tiştek zêde ji bo wan bikin. Lê ez bawerim em ê bi hev re van rojan derbas bikin. Her wiha li dijî qedexeya walîtiyê me dîsa çalakiya xwe li dar xist û bi dirûşmeyên xwe deng û raperîna xwe mezin kir.  Bila êdî jin neyên qetilkirin. Jin jiyan e, serkeftin a jinê ye.”   'Li dijî astegiyan me têkoşîna xwe mezin kir'    Aktîvîsta TJA’yê Eylem Amak jî destnîşan kir ku ji ber erdhêja li 10 bajaran pêk hatiye ew bi dilek xemgîn 8’ê Adarê pêşwazî dikin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Me bi minasebeta 8'ê Adarê xwest li Parka Karayollari meş li dar bixin û daxuyanî bidin. Lê dewleta serdest a mêr çalakiya me asteng kir. Ez biryara ku hatî dayîn şermezar dikim. Tu astengî nikare me asteng bike û bêtir em ê têkoşîna xwe li hemberî astengiyan mezin bikin. Bi taybetî me di 1’ê adarê de starta xebatên 8’ê Adarê da. Ji ber erdhêja ku pêk hat me hemû şahiyên xwe betal kir. Li Mêrdînê me di çarçoveya 8'ê Adarê de mexdûrên erdhejê yên ku hatî li vir bicih bûna ziyaret kir. Her wiha em çûn Semsûrê û em du rojan li  vir man."   ‘Em ê her tim li cem mexdûrên erdhejê bin'    Eylem, di axaftina xwe de bal kişand ser kerasetê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di erdhejê de wekî her tim di serî de jin mexdûr bûn. Di vê pêvajoyê de me hewl da ku em bi mexdûran re bin û em pirsgirêkên wan çareser bikin. Her wiha di 8’ê Adarê de jî TJA û gelek sazî û rêxistinên jinan li qadên erdhejê bûn. Divê bê zanîn ne tenê di 8'ê Adarê de em ê her roj li cem wan bin. Em ê bi têkoşînê hêzê bidin hevdû."