Sebzeyên li serayan li hev parve dikin 2023-03-10 09:04:55   Dîlan Babat   HATAY - Welatiyên li taxa Ataturk a Samandagi diyar kirin ku bi piştgiriya dildaran li ser piyan e û bi hatina biharê re sebzeyên di serayan de hatine çandin li hev parve bikin.   Di ser erdheja navenda wê Mereş bû re mehek zêde derbas bû. Di vê pêvajoyê de gel bi piştgiriya dildaran li ser piyan ma û niha biharê jî xwe nû nû da hîskirin. Li cihên hilweşîn pêk hatin gîhandina serayan jî dest pê kir. Li taxa Ataturk a Samandagi ya Hatayê ku hema hema hemû xanî hilweşiyan, serayên li ber malan hatibûn avakirin jî nîşan dide ku jiyan didome. Sebzeyên li serayan tên çandin jî hewcedariya gel peyda dike.   Gel terkî qedera wan hatin kirin   Jina bi navê Hulya Karasu da zanîn ku ew li seraya nêzî mala xwe ya hilweşiyaye firingî û xiyaran diçîne û got: “Dema erdhej çêbû sê rojan kes nehat. AFAD sê roj şûnde hat. Her kesî bi hewldanên xwe kavil rakirin. Cenaze derxistin. Yên wesayîtê wan hebûn çû kepçe anîn.  AFAD piştî sê rojan şûnde hat. Sê rojan kes tune bûn.”   Meheke ji bo kon serlêdan kirin lê hîna bersiv nehatiye dayîn   Hulyayê di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Konên em tê de ne, dewletê nedan. Xizmên me ji bajarên din ji me re şandin. Seranserê erdhejê em di sermayê de man. Min ji bo kon serlêdan kir lê tu bersiv nedan. Niha di alî serşo û destavê de pirsgirêkek mezin heye. Dîsa xizmên me konteynir şandin ji bo destav û serşoyê. Lê kanalizasyon bi pirsgirêk e.”   Pirsgirêka avê didome   Hulyayê bal kişand ser alavên paqijiyê û wiha dirêjî dayê: “Hewcedarî bi alavên paqijiyê hene. Em her tim nikarin serê xwe bişon. Pirsigrêka avê heye. Ceyranên me hîna tune ne. Av tune ye. Dildar tên depoya me tije av dikin. Boriyên avê di bin kavilan de teqiyane.”   Sera ji bo gel bûne hêvî   Hulyayê got wan piştevaniyek wisa mezin ji gel nedipan û wiha dawî lê anî: “Dildar tên, heta ji destê wan tên dibin alîkar lê heta cihekî. Dildar û welatparêz pir hewl didin. Lê dewlet tu titşekî nake. Em şêniyên taxê çi di destê me de hebe li hev parve dikin. Em wisa dema xwe derbas dikin. Serayên me hene. Li wir çi bê gîhandin em li hev parve bikin. Ev kêm be jî hêviyê didin me.”