Sedema ku çima di 8'ê Adarê de li qadan e vegotin 2023-03-09 11:40:57   Zelal Tunç   WAN - Li Kolanên Wanê ku dengê dirûşma "Jin jiyan azadî" jê bilind bû jinan peyama "Çareseriya hemû pirsgirêkan Îmralî ye" dan û gotin ku ew ê berxwedana xwe mezin bikin.   Ji ber erdhejên ku navenda wan Mereş bû pêk hatin bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan û bi hezaan jî birîndar bûn. Piştî erdhejên ku di 6'ê Sibatê de pêk hatin û virde TJA û Meclisa Jinan a HDP'ê 8'ê Adarê diyarî jinên ku ji ber erdhejê mexdûr bûn kirin û li qadan berxwedan û piştevanî zêde kirin.   Duh bi minasebeta 8'ê Adarê bi hezaran jin hatin gel hev û meşiyan. Jinan bi meşa xwe re dirûşmên "Hikûmet îstifa" û "Jin jiyan azadî" berz kirin û qad veguherandin cihê berxwedanê.   Jinên ku di meşê de wêneyên jinên kurd ên berxwedêr girtin destên xwe û meşiyan ji ajansa me re nêrînên xwe anîn ziman.   'Çi dibe bila bibe wê serkeftin ya me be'    Ji jinan Sînem Îtah diyar kir ku ew ji ber erdheja pêk hat gelek xemgîn e û got, "Em li dijî îqtîdara ku şer dixwaze dibêjin aştî.  Çi dibe bila bibe wê serkeftin ya me be. Ji bo vê jî divê jin zêdetir dengê xwe bilind bikin."   'Em dest ji têkoşînê bernadin'   Zozan Îtah jî got ku tundiyeke mezin li jinê tê kirin û ev tişt got, "Divê jin li dijî vê tundiyê bêhtir li qadan li ber xwe bidin û ji têkoşîna xwe ya rêxistinkirî gavê paşve navêjin."   'Bila deriyê girtîgehan bên vekirin'   Siyagal Demîrkan jî got, "Serkeftin ya gelê Kurde" û wiha dirjêjî da axaftina xwe, "Bila êdî ciwan neyên kuştin. Em jî dixwazin ku êdî heviyên me pêk bên. em ji vê zilmê re dibêjin êdî bes 'Bijî Serok Apo' bila deriyê girtîgehan bê vekirin."   'Jin jiyan azadî'   Rûken Kilç jî berxwedana Emîne Şenyaşar a ku li dijî zilmê têdikoşe û Garîbe Gezer a ku li dijî neheqiyê li ber xwe da silav kir û di berdewamiyê de wiha got, "Di vê serdema dawîn de jin li dijî şer, zilm, tundî û mîlîtarîzmê xwe birêxistin dikin û li dijî faşîzma li Tirkiyeyê li qadan e. Ên ku bê pêvajoyê derbas bikin û vê kavilê ji holê rakin wê jinên berxwedêr bin. 'Jin jiyan azadî'."