Li Îzmîrê meşa femînîst dest pê kir 2023-03-08 20:42:43     ÎZMÎR - Li Îzmîrê jin bi dirûşma ‘Hikûmet îstîfa’,’Jin jiyan azadî’ dest bi Meşa Şevê ya Femînîst kirin.   Li Îzmîrê jin bi dirûşma ‘Bijî piştevanî û berxwedan, bijî serhildana femînîst’ li ber Navenda Çanda Leman a Berê hatin gel hev û Meşa Şevê ya Femînîst dan destpêkirin. Jinên berbi Navenda Çanda Turkan Saylan ve dest bi  meşe kirin pankara ‘ne qedere kapîtalîzma patriarkal bijî serhildana femînîst’ hildan.   Jin niha bi dirûşma ‘ne erdhêje komkujiye’, ‘hikûmet îstîfa’, ‘jin jiyan azadî’, ‘Ne edeleta mêr edeleta rast’, ‘bijî berxwedana jinan’ dimeşin.