Bi dirûşma 'Hevgirtina jinê jîn e' têkoşîna xwe mezin dikin 2023-03-07 09:05:04     WAN - Hevseroka HDP'ê ya Wanê Handan Karakoyun diyar kir ku ji ber erdhejê bi dirûşma "Hevgirtina jinê jîn e" xebatên 8'ê Adarê didomînin û got: "Keraseta ku derketî holî ne qeder e û li dijî vê zîhniyetê divê em bibin yek û têkoşîna xwe mezin bikin."    Tevgera Jinên Azad (TJA), di 25'ê sibatê de bi dirûşma "Hevgirtina jinê jîn e" û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di 26'ê sibatê de bi dirûşma "Em ne bi tenê ne, bi hev re ne, Jin jiyan azadî" starta 8'ê Adarê dan û bernameya xwe aşkera kirin. Erdheja ku pêk hatî bandorê li 11 bajaran kir û ji ber vê sedemê şahî û mîtîngên 8'ê Adarê hatin betalkirin û li şûna vê xebatên piştevanî û alîkariyê hatin destpêkirin.    Di 28'ê sibatê de ji Wan û Agiriyê du TIR'ên alîkariyê ya ku di nav de pêdiviyên jin û zarokan hayî ber bi Meletiyê ve bi rê ket. Derbarê mexdûriyeta jinan, alîkariya ku ji bo jinan tê komkirin de Hevseroka HDP'ê ya Wanê Handan Karakoyun ji ajansa me re axivî.    ‘Me şahî û mîtîngên xwe betal kir'    Handan da zanîn ku wekî her sal îsal jî bi coşek mezin li hemberî desthilatariya mêr amadekariya pêşwazîkirina 8'ê Adarê dikirin û got: "Lê mixabin îsal ji 11 bajar bi erdhejê bi bandor bûn. Keraseteke mezin hat jiyîn. Ji ber vê sedemê me şahî, mîtîngên xwe betal kir. Me biryar da ku em ê 8'ê Adarê îsal bi jinên mexdûrên erdhejê re berdewam bikin. Em ê bi hev re birînên hev bipêçin. Ji ber vê sedemê em dibêjin 'Hevgirtina jinê jîn e'."   'Em ê bi mexdûrên erdhejê re bin'    Handan, ji roja ewilî heta îro HDP li herêmên erdhejê bi gelê xwe re bû û wiha bi lêv kir: "Li hember her cureyên astengiya dewletê, di nav şert û mercên zehmet de xwe gihandin herêmên erdhejê. Bi piştevaniya gel em bi rê ketin. Dê rojên pêşde jî bi mexdûran re bin û xebatên xwe bidomînin."    'Di 8'ê Adarê meş bê lidarxistin'   Handan, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser xebatên TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê: "Ji bo mezinkirina piştevanî û alîkariyê me xebatên xwe berfireh kir. Di çarçoveya 8'ê Adarê de me TIR'ên alîkariyê ji herêmên erdhejê re şand. Di nava alîkariyan de pêdiviyên jinan hebû. Me ji Wanê alîkarî şand Meletiyê. Me serdana mexdûrên edhejê ya ku li Wanê bi cih bûne kir. Her wiha em ê di 8'ê Adarê de jî li navenda Wanê meşeke mezin li dar bixin û bal bikişînin ser binpêkirina mafan û mexdûriyeta herêmên erdhejê."    'Em ê bi hev re têkoşîna xwe mezin bikin'   Handan daxuyand ku bêyî cudakariya ziman, netew, bawerî û siyasî alîkariya mexdûrên erdhejê dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di nabera gelên ku li Kurdistan û Tirkiyeyê dijîn de cudakariyeke mezin heye. Di vê cudakariyê de bêtir jin mexdûr dibin. Divê hemû jin bêyî cudakariyê bi hev re bin. Şert û mercên ku em di nav de ne qeder e û em bang li jinan dikin ku divê em bi hev re dengê xwe bilind bikin û têkoşîna xwe mezin bikin."