Zêmarên Ayşeya Semsûrî ya ji bo Kurdistanê li ezmanan olan da... 2023-03-07 09:02:45     Marta Somek    SEMSÛR - Ayşe Akgul a ku 8 xizmên wê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan û ji ber mala wê hilweşiya li konbajar dimîne bi biryar e ku çanda xwe ya kurdî û çanda elewîtiyê û axa xwe terk neke. Zêmara li ser êşên Kurdistanê ya Ayşeyê li ezmanan olan dide.    Di erdheja ku li Mereşê pêk hat bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan û hîn ev bilanço mezin dibe. Li herêmên erdhejê yên ku dewletê destên alîkariyê lê dirêj nekir, piştevaniya gel pêş ket. Li Semsûrê jî ev bilançoya mezin derket pêk û bi hezaran kes bê kefen û bêyî ku bên şuştin hatin veşartin. Li Narlikuyuya Semsûrê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek rêxistinên civaka sîvîl bi piştevaniyê konbajar ava kirin. Li konbajarê ku bi piştevaniyê hat avakirin 60 kon hatine vedan.    Jiyana li dora agir    Li kona ku çîrokên cuda lê hene jiyana hevpar her diçe bêtir dikeve meriyetê. Li vir ji bo her kesî xebatên taybet tên meşandin. Dema tarî dikeve erdê jî welatî li vir li dora agir kom dibin û çaya xwe ya qaçax vedixwin. Li vir em dibin şahidê zêmarên Ayşeya Semsûrî.    Çîroka Ayşeya Semsûrî   Mala Ayşe Akgul a ku li navçeya Semsûrê dijî bi erdheja duyem a 6'ê Sibatê mala wê xira dibe. Malên zarokên Ayşeyê yênli Êlih û Dîlokê jî hildiweşe û dereke ku Ayşeyê pê here namîne. Loma bi rojan bi hevjînê xwe re di wesayitê de dimîne. Ji malbata wê 8 kes di bin kavilan de dimînin û jiyana xwe ji dest didin. Piştre tê konbajar û li vir dest bi jiyaneke nû dike.    Êş û hezkirina wê bi kurdî olan dide   Ayşeya ku tenê bi kurmancî diaxive têkoşîneke mezin dide û ji bo nasnameya ku ya kurd û elewîtiyê û zimanê dayika xwe heta vî temenê xwe li berxwe daye. Ayşeyê li konbajar ji bo jiyaneke hevpar jî li berxwe dide.    Ayşe û zêmara wê ya Kurdistanê   Zarok, ciwan û jin li dora agirê êvarî kom dibin û Ayşeyê li vir yek bi yek li çîroka wan guhdar dike. Ayşeyê jî çîroka xwe dibêje û zêmarên wê jî li ezman olan dide. Li ser gelê Kurdistanê yên bi salan e êşê dikşînin zêmarê xwe bilind dike. Di vê navberê de kesên japon ên ji bo piştevaniyê ji Japonyayê hatine jî Ayşeyê hembêz dikin.    Axa xwe terk nakin   Ayşeya ku dibêje wê odeyek jî têra min bike, bi biryar e ku terka axa xwe neke û neçe tu derê.