Zincîra Jiyanê ya Mor wê di 8’ê Adarê de li herêma erdhejê be 2023-03-06 09:09:37   STENBOL - Meclîsa Xwendekarên Demokratîk (DOM) ji bo piştevaniya jinên herêma erdhejê kampanyaya ‘Zincîra Jiyana Mor’ dan destpêkirin û wê di 8’ê Adarê de ligel jinan bin. Endama DOM’ê Hêvîdar Ozdemîr der barê mijarê de axivi û got ew 8’ê Adarê bi berxwedanê pêşwazî dikin.   Piştî erdhejên navenda wê Mereş bû ku di 6'ê Sibatê de pêk hat hilweşînek mezin pêk hat. Di erdhejê de bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran xanî hilweşiyan. Piştevaniya gel a ji bo herêmê didome. Meclîsa Xwendekarên Demokratîk (DOH) jî bi armanca piştevaniya jinên herêmê kampanyaya ‘Zincîra jiyanê ya Mor’ dan detspêkirin û hewl didin hewcedariyên jinan peyda bikin.   ‘Jin nikarin hewcedariyên xwe peyda bikin’   Hêvîdar Ozdemîr diyar kir ku jinên herêma erdhejê di alî hewcedariyên xwe de pirsgirêkan dijîn û ji ber vê jî beriya 8’ê Adarê ji bo hewcedariyên taybet ên jinan peyda bikin kampanyaya ‘Zincîra Jiyana Mor’ dane destpêkirin. Hevîdarê wiha domand: “Meclîsa Ciwanan a HDP’ê û meclîsa Xwendekarên Demokratîk li herêma erdhejê ji bo jiyanek nû kampanya dan destpêkirin. Me jî ev veguhert ‘Zîncira Jiyana Mor’. Em di çarçoveya kampanyayê de armanc dikin ku hewcedariyên jinan peyda bikin.”   Di 7’ê Adarê de wê derkeve rê   Hêvîdarê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku jinên herêma erdhejê ne tenê ne û ji bo vê nîşan bidin jî ev kampanya dane destpêkirin. Hêvîdarê wiha dawî lê anî: “Kampanya di 8’ê Adarêde de wê bi dawî be lê em ê bi kampanyayên cuda piştevaniya xwe bidomînin. Em bi vê kampanyayê 8’ê adarê bi berxwedanê pêşwazî dikin û piştevaniyê mezin dikin. Di 7’ê Adarê de em ê pedên hîjyenê bigihînin herêmê.”