Dayika girtî: Tecrîdê bandor li ser hemû civakê kir 2023-03-06 09:06:39   WAN - Li binpêkirinên mafan ên li girtîgehan roj bi roj yên nû zêde dibin. Dayika girtî Caziye Ceylan diyar kir ku sedema hemû pêkanînên kêfî tecrîd e û wihagot: “Di şexsê Birêz Ocalan de li ser hemû civakê tecrîd tê  meşandin. Heta tecrîd bi dawî nebe wê tu tiştek baş nebe.”   23 meh in agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin û tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan bandor li ser hemû girtiyên siyasî dike. Dayika girtiyê bi navê Mahsun Ceyla yê li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê dimîne, Caziye Ceylan a 65 salî diyar kir ku kurê wê Mahsun ji zarokatiyê de gelek jîr bû û wate dida jiyanê.   Caziyeyê bal kişand ser pêvajoya girtina kurê xwe û wiha vegot: “Kurê min di 2014’an de hat girtin. 8 sal in girtiye. Dema hat girtin birin girtîgeha Tîpa F ya Wanê.  Du sal şûnde surgunê girtîgeha Tîpa L ya Kalkandere ya Rizeyê kirin. Du salan li wir ma piştre şandin Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê. 4 sal in li wir girtiye.”   Hevdîtin tên astengkirin   Caziyeyê diyar kir ku girtiyan ji malbatan dûr dixin û binpêkirinên mafan her diçin giran dibin û wiha got: “Hewl didin hevdîtinan jî asteng bikin. Kurê min di hucreya yek kesî de tê girtin. Nahêlin telefonê bike. Ez diçim hevdîtinê nahêlin ez kurê xwe hembêz bikim. Nehiştin ez wêne bikşînim. Ez ji ber kurê min ji me dûr e, bi fikar im. Tu mafî nadin girtiyan. Kurê min her cara diçim kîlo dide. Xwarinên wan ne baş in. Neçar dimînin ji kantînan bigirin. Hewcedariyan ji kantînê digirin. Her tişt bi kêfî tê kirin. Li girtîgehan pêkanînên kêfî hene.”   Tecrîdê bandor li ser hemû civakê kir   Caziyeyê bal kişand ser tecrîda ku bandor li ser hemû girtîgehan kiriye û wiha dawî lê anî: “Di şexsê Birêz Ocalan de li ser hemû civakê tecrîd tê meşandin. Heta tecrîd bi dawî nebe wê tu tiştek baş nebe.”