Dê bi dirûşma 'Hevgirtina jinê jîn e' tevlî meşa 8'ê Adarê bibin 2023-03-06 09:03:45   Sema Çaglak   ŞIRNEX - Di 8'ê Adarê de li Silopiyê meşek tê lidarxistin, siyasetmedarên jin ên Şirnexê banga tevlîbûnê li jinan kir û gotin: "Bi dirûşma 'Hevgirtina jinê jîn e' diçin serdena mexdûrên erdhejê. Divê jinên mexdûrên erdhejê bizanin ku dê heta dawiyê li cem wan bin."    Tevgera Jinên Azad (TJA) îsal bi dirûşma "Hevgirtina jinê jîn e" 8’ê Adarê pêşwazî dikin. Li navenda Şirnexê û navçeyên wê xebatên bangewaziya tevlîbûna meşê didomin. Li Silopiya Şirnexê di 8'ê Adarê de meşeke girseyî dê bê lidarxistin û siyasetmedarên jin jî banga tevlîbûna meşê li jinan kir.    'Em diçin serdana mexdûrên erdhejê'   Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîrê Zîlan Ecevît, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser erdhejê û got: "Ji ber erdhejê plansaziya xwe ya 8’ê Adarê guhertine. Îsal em bi dilek xemgin 8’ê Adarê pêşwazî dikin. Lê belê ji aliyek jî bi rihê piştevaniyê em ji bo mexdûrên erdhejê dixebitin. Ji ber erdhejê me hemû bernameyên xwe betal kir û li gorî pêvajoyê plansaziyekê nû amade kir. Di vê çarçoveyê de me tora piştevaniyê saz dikin. Gelek malbat ji ber erdehejê li Şirnexê bi cih bûn. Em diçin serdana wan."   ‘Jin paşve gav navêjin'    Zîlan, diyar kir ku li starta xwe ya 8'ê Adarê li Şirnexê dane û wiha axivî: "Me starta xwe di şexsê Evîn Goyî de li Şirnexê da. Evîn Goyî têkoşerek bû. Bi taybetî jinên berxwedêr, jinên ku ji bo azadiya jinê têdikoşin ji hêla pergala serdest ve tên hedef girtin. Me îsal dixwest ku bi rihê têkoşer Evîn Goyî bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' ya ku piştî qetilkirina jina kurd Jîna Mahsa Amînî belavî tevahiya cîhanê bû, 8’ê Adarê pêşwazî bikin. Ev sedsal dê bibe sedsala azadiya jinan. Jinan li hemberî berdelên mezin serhildana xwe mezin dikin. Êdî jin li hemberê pergala serdest bêdeng namînin û tu carî paşve gav navêjin."    ‘Rihê piştevaniyê pêş ket’   Hevseroka Partiya Keskê ya Çep (YSP) ya Cizîrê Firdevs Poyraz diyar kir ku bi dirûşma "Hevgirtina jinê jîn e" 8’ê Adarê pêşwazî dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di erdhejê de ya ku herî zêde mexdûr bûyî jin zarok in. Ji ber vê sedemê jî me xebateke taybet da meşandin. Bi qasî destê me xwe hat me xwe gihand mexdûrên erdhejê. Pêdiviyên jinan a bi lezginî hebû, me wan pêdiviyan bi TIR’ên xemrî şand heremên erdhêjê. Gel ji bo mexdûrên erdhejê seferber bûn û bi rihê piştevaniyê xebat dan meşandin. Ev piştevanî dê heta dawiyê jî berdewam bike. Divê jinên mexdûrên erdhejê bizanin ku em ê her tim li cem wan bin."    Ji bo meşa 8’ê Adarê bangawazî   Herî dawî jî Hevseroka Partiya Heremên Demokratîk (DBP) a navçeya Cizîrê Fîdan Erkul jî ji bo meşa 8’ê Adarê wiha bang kir: “Di çarçoveya 8'ê Adarê de em serdana malbatên ku ji ber erdhejê mexdûr bûne dikin. Em ê xebatên xwe ya ji bo mexdûrên erdhejê bidomînin. Her wiha em ê bi minasebeta 8'ê Adarê li Silopiyê meşek li dar bixin. Em bang li hemû jinên Şirnexê dikin ku tevlî meşa bibin."