Di mezinkirina piştevaniyê de bi biryar in 2023-03-05 09:04:33   Melike Aydin    HATAY - Jinên li herêma erdhejê bi dildarî dixebitin diyar kirin ku di hawirek bi fikar e de 8’ê Adarê pêşwazî dikin û li dijî vê wê hêvî û piştevaniyê mezin bikin.   Yek ji cihên ku di erdheja ku di 6’ê Sibatê de navenda wê Mereş bû pêk hat bi bandor bû Hatay bû. Li Hatayê jin 8’ê Adarê bi fikar pêşwazî dikin. Jinan diyar kirin ku pergala tenduristiyê tune ye, jin tenê ne û piştevanî baweriyê ava dike.   ‘Hewcedarî bi jinên dildar heye’   Ji Piştevaniya Mor Seler Buyukkeleş diyar kir ku Jin Bi hev re Xurt in a Karasetê ya Hatayê (KBG) bi dirûşma ‘em li herêmê ne li taxê ne’ derketine rê û got: “Wek her sal nebe jî îsal me xwest em li gorî şertê vir dengê xwe bilind bikin. Antakya yek ji bajarên berxwedanê ye. Em hewl didin li navendan bi awayekî hevdem dengê xwe bilind bikin. Hîna konbajar û konteynir nehatine avakirin. Pirsgirêka paqijiyê didome.  Piştevaniya ji derve bi rêxistinên jinan re têkiliyê danaynin. Hîna jinên têkilî pê re nehatine avakirin hene. Pirsgirêka konê hewcedariyê heye. Em ê jin bajar rakin ser piyan. Hewcedarî bi dildarên jin hene.”   ‘Hewce bi mutbex û cihên cilşuştinê hene’   Ji Tevgera Jinan a Sosyalîst Umran Buyukaşik jî  diyar kir ku erdhej di pêvajoyeke ku xizanî û tundiya li dijî jinê zêde bû pêk hatiye û wiha domand: “Erdhejê pirsgirêkên jinan mezintir kir. Qadên starbûnê yên baş tune ne. Jin neçar in paqijiya van deran bikin. Paqijî tune ye. Bar li ser jinan e. Her wiha hewcedarî bi cihên cilşuştin û mutbexên hevpar hene. Divê piştgiriya bo jinan her tim hebe. Em çareya hev û din e. Em dikarin hev xilas bikin. Em ê li her qada jiyanê bin.”   ‘Em ê xwe bigihînin hemû jinan’   Ji Tevgera Jinên Azad (TJA) Jiyan Aslan jî diyar kir ku ji roja ewil a erdhejê de bi jinan re ketine nava têkiliyê û wiha dirêjî dayê: “Li bajar gelek hêzên ewlehiyê yên mêr hene. Zîhniyeta serdest heye. Ji ber vê jin xwe di nava ewlehiyê de nabînin. Jin xwe digihînin jinên dildar.  Ji bo jinên erdhejzede em bi TIR’ên Mor ketin rê. Li vir av tune ye ceyran tune ye. Pirsgirêka mezin jin dijîn. Ez banga mezinkirina piştevaniyê dikim. Divê tora piştevaniyê mezin bibe.”   Endama Sendîka Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) Leyla Kalin jî destnîşan kir ku pirsgirêka paqijiyê didome û bi jinan re pirsgirêkên tenduristiyê rû dane û her tim ji ber vê dermanan dixwazin.  Leylayê got ku jinên ducanî jinên ku pitikên wan hene bi fikar in.