Pervîn Buldan: Em jinan bi tenê nahêlin 2023-03-04 15:23:54     HATAY - TJA, HDP, DBP, SYKP, Partiya Çepgîr û Kesk, SODAP, SKM, bi minasebeta 8'ê Adarê bi dirûşma "Şîna me sedema têkoşîna me ye" li Defneya Hatayê serdana mexdurên erdhejê kirin. Li vir Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan axivî û got: "Em jinan bi tenê nahêlin. Dem dema bi hev re bûnê ye."   Şandeya ku di nav de Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevseroka Giştî ya Partiya Çepgîr û Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Canan Yuce, Berdevka Meclisa Jinan HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Hevberdevka Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Kezban Konutçu, Hevberdevka Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM) Çîçek Otlu, parlamenterên HDP'ê, endamên Meclîsa Partiya HDP û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê heyî, serdana navçeya Defne ya Hatayê kirin. Serdana şandeyê di çarçoveya 8'ê Adarê de bi dirûşma "Şîna me sedama têkoşîna me ye" pêk hat.    Şande li ber kona ku ji bo mexdûrên jin, ji hêla Koordînasyona Jinê ya Meclîsa Xwendekarên Demokratîk (DOM) ve hatî amadekirin daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankartên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana jinan” û “Em ne bi tenê ne, em bi hev re ne” hatin vekirin. Li vir Pervîn Buldan axivî.   Axaftina Pervîn Buldan wiha ye:    "Ez bi rûmet im ku îro li vir im, bi we re me. Îsal 8'ê Adarê me bi şînê pêşwazî kir. Di 8'ê Adara îsal de şîn, êş, hêrsa me û her wiha hevgirtina me li pêş e. Ji ber vê yekê em îro li vir in. Jin ji roja ewil a erdhejê ve ji bo hevgirtinê li her derê bûn, li Hatay, Mereş, Dîlok, Amed, Meletî, Osmaniye bûn.    Hevgirtineke mezin hebû   Ji roja ewilî heta îro di nav piştevaniyê de bûn û bi hev re birîn hatin pêçan. Ji gava ewil em daketin qadan, tenê gotinek hebû, kesên ku vî welatî bi rê ve dibin li ku ne? Her tim heman pirs hat kirin. Lê belê ew li holê tunebûn. Me hemûyan dît, me hemûyan şahidî kir, ew ne li wir bûn, em li vir bûn. Em jin li her derê bûn. Li her derê HDP hebû, Meclisa Jinan a HDP’ê, Meclîsa Ciwanan hebû, jinên femînîst hebûn, ên ku azadiya jinê dixwestin hebûn, ên ku dixwestin li vî welatî hevgirtinê mezin bikin hebûn. Tevî her tiştî, tevî hemû êşan, tevî bedelê ku hat dayîn jî ev yekîtî pir bi nirx e.   Ped, bincil ne pêdiviyên taybetin ên bingehîn e   Di serî de ez spasiya li hemû jinên ku ji roja ewil de li qadan bûn, femînîst, Meclisa Jinan a HDP’ê û hemû jinên dildar dikim. Ji bo avakirina pireke mezin a di navbera xwişkan de em ji her kesî re spas dikin. Ev pirek bi qîmet e, wê qet neyê hilweşandin. Di vê hevgirtinê de, kamyonên me yên bixemrî hene ku hîn li ser rê ne. Li ser rêya wan kamyonên bi xemrî alavên pêwist ber bi herêmen erdhejê re tînin. Ji roja ewilî li ser rê bûn, îro jî li ser rê ne û dê li ser rêyan bin. Pêdiviyên jinan ne taybetin ên pêwistin. Ped, bincil pêdivîne û pêdiviyên bingehîn e. Wek taybet mirov nikare pênase bike. Divê hemû jin xwe bighînin wan pêdiviyan. Kesên ku vî welatî bi rê ve dibin divê tedbîrên wisa bigirin û wan pêdiviyan bighînin jinan. Em ji bo jinan li vir in.   Divê tu kes rojevê neguherîne    Jinên delal, rojeva Tirkiyê çi dibe bila bibe, yekane rojeva Tirkiyê erdhej e. Em ji kesên dixwazin rojeva Tirkiyeyê biguherînin re nabêjin hûn nikarin bi tu awayî pêşiya rojeva erdhejê bigirin. Em ê nehêlin birîn û êşên erdhejê bên jibîrkirin. Dibe ku yên dixwazin rojevê biguherînin û yên ku dixwazin tiştên qewimî ji bîr bikin hebin. Dibe ku yên naxwazin hewcedariyên mexdûrên erdhejê bînin ziman hebin. Lê em dizanin ku li vî bajarî û li bajarên din ên ku erdhej lê çêbûne hîn jî hewcedarî bi kon, av û hewcedariyên jin, zarok, astengdar û kal û pîran heye. Divê tu kes hewl nede ku rojevê biguherîne.   Hêza jinê dê we bişîne...    Em wek HDP, çi ji destê me bê ji bo şandina hikûmet, tifaqa AKP-MHP’ê em ê bikin, em ê berpirsiyariya xwe bînin cih. Êdî li vî welatî kesek nikare tehemûlê hikûmetê bike. Yên erdhej dît û yên ku ji mirinê rizgar bûn, ên ku êdî pêşeroja xwe di ewlehiyê de nabîne, yên ku mirovan ber bi bêhêvîtiyê ve dikişînin, hûn ê bi hêza jinê hesab bidin. Jin wê we bişîne, hêza jinê dê têra şandina we bike.   Em ê bi hev re birînên xwe derman bikin   Dem hatiye ku em bi gotina 'Jin jiyan azadî', hevgirtina xwe hîn mezin bikin. Dem dema bi hev re bûnê ye. Dema jin bi hev re bin, em ê bibînin ku dem dema çûyîna vê îktîdarê ye. Em soz didin we, em ê we bi tenê nehêlin, em jinan bi tenê nehêlin. Pakêtên ku ji bo jinan hatine amadekirin em ê radestî mexdûrên erdhejê bikin. Em ê niha tevlî vê xebatê bibin. Em ê bi jinan re sohbet bikin. Careke din li me hemûyan derbasî be. Em soz didin ku em bi hev re birînên xwe derman bikin. Em soz didin ku em ê hemû pêdiviyên hevalên xwe yên jin ên mexdûrên erdhejê pêk bînin.”