Dema berpirsiyar hesab bidin wê travma sivik bibe 2023-03-04 09:07:51     Melîke Aydin   HATAY - Psîkiyatrîst Mîhrîban Yildirim da zanîn ku erdhêjê bi mexdurên erdhêjê, dildar û welatiyan re travma afirandiye û got ji bo ev travma hinek sivik bibe û avakirinek jinûve, divê berpirsiyar hesab bidin.   Di du erdhêjên mezin ku navenda wan Mereş bû de bi dehezaran kesî jiyana xwe ji dets dan û bi sedhezaran avahî hilweşiyan. Bêguman vê rewşê bandorek mezin li ser hemû kesî kir. Pispora psîkiyatrî  Mîhrîban Yildirim der barê mijarê de axivî û diyar kir ku dildarên hatine piştgiriyê û kesên ser erkranên televîzyonan jî travmatîze bûne. Mîhrîban ku di koordînasyona Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) ya li Defneyê bû der barê mijarê de axivî.   Mîhrîbanê got di rojên ewil de ji ber ekîbên rizgrkirinê dereng çûne, hewcedariyên Tipa lezgîn û mirovahî nehatine peydakirin, welatî bêçare mane. Mîhrîbanê wiha dirêjî daye: “Ne tenê erdhêjê, pêvajoya piştî vê jî travmayên mezin pêk anîn. Neçûna alîkariyan, ekîbên rizgarkirinê. Bandorek mezin kir. Piranî alîkarî ji ser dildara pêk hat. Yên ewil çûn herêmê dildar bûn.”   ‘Divê piştgiriya psîko-civakî hebe’   Mîhrîbanê axaftina xwe wiha domand: “Piştî hewcedariyên lezgîn welatî neçar man jiyana xwe bidomînin. Ketin pêvajoyek wisa. Li qadê Komeleya Psîkologên Ji bo Piştevaniya Civakî û Komeleya Psîkiyatrî ya Tirkiyeyê hebûn.  Her çiqas bê gotin hewcedarî bi pisporên psîkiyatrî û psîkologan tune ye, divê li herêman piştgiriya psîko-civakî hebe.”   ‘Fikar, stres û bêaramî’   Mîhrîbanê diyar kirku piştî karasetê pisgirêka razanê derketiye holê û  gelek erdhejzede fikar û  bêaramiyê dijîn. Mîhrîcanê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Erdhejzede xizmekî xwe tîne û pisgirêka herî berbiçav dibêje. Lê dema em pê re diaxivin pirsgirêka fikar, stres,avêtina dil û fikara windakirina hiş dertê holê. Em rewşê li gorî psîko-perwerde dinirxînin.Em li gorî bertekan mudaxale dikin. Komeleya psîkiyatrî ji şandina dildaran wêdetir, toreke dildaran a online ava kirine. Xebatkarên tenduristiyê û dildar dikarin xwe bigihînin torê. Bêguman dildar jî ji pêvajoyê bandor dibin û travmatîze dibin.”   Her kes bi bandor dibe   Mîhrîbanê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Civakê jî travma jiya. Yên ser ekranên televîzyonan jî neyînî bi bandor bûn. Hesta sûcdarbûnê bi awayekî cidî rê li ber travmayan vekir. Her wiha welatî difikirin tiştek bê sere min wê kî bê min xilas bike. bi vê tenêtî û bêçaretî dertê holê. Ev aliyê nebaşe. Lê  Divê pêvajoyê de tişta em bifikirin ne ku dewlet çi bike ye. Divê hesab bê pirsin. Ji gumanbaran hesabpirsîn wê travmayê sivik bike.”