HDP 405 malbatên mexdûrên erdhejê li Mêrdînê bi cih kir 2023-03-04 09:03:31     Rojda Aydin    MÊRDÎN - Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Bêrîvan Bahçecî, bal kişand ser kampanyaya “Em malbatan tînin ba hev” û diyar kir ku heta niha 405 malbatên ku ji erdhejê bi bandor bûne li Mêrdîn û navçeyên wê hatine bi cih kirin. Mexdûra erdehejê Seda Sezen jî got: "Ez tenê tiştek zanim ev jî îktîdar me bi mirinê re rû bi rû hîşt."    Di 6’ê Sibatê de li navçeya Bazarcixa Mereşê di encama erdhêja ku pêk hat de, 11 bajar bi bandor bû. Di bin kavilan de bi rojan bi hezaran welatî man. Rojên ewilî alîkarî negihaşt welatiyên mexdûr. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li gelek bajarên erdhejê Navendên Koordîsnasyonên Krîzê ava kirin û dest bi xebatê kirin. Her wiha bi hezaran dildar berê xwe dan herêmên erdhêjê û alîkariya gel kirin. Piştre HDP’ê kampanyaya “Em malbatan tînin ba hev” da destpêkirin. Di encama vê kampanyayê de heta niha gelek malbatên ku ji erdhejê bi bandor bûyî li cem malbatên din hatin bi cih kirin. Ji van bajaran yek jî Mêrdîn û navçeyên wê bû. Li gor daneyên Navenda Koordînasyona Krîzê ya Mêrdînê heta niha 405 malbat hatine pêşwazîkirin.   Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Bêrîvan Bahçecî û mexdûrên erdhejê yên ku li navçeyên Mêrdînê bi cih bûne têkildarî girîngiya piştevaniyê de axivîn.   ‘Ji roja ewilî ve em di nava piştevaniyê de ne’   Bêrîvan Bahçecî, anî ziman ku ji roja ewil a erdhêjê ve wek Mêrdîn ketine nava liv û tevgerê û dest bi xebatan kirine. Bêrîvan, got tevahiya gelê Mêrdînê bi awayek hêstiyarî nêz bûne û alîkariyê kom kirine û alîkariyên hatine komkirin ji bajarên erdhêjê re şandine. Bêrîvan, bi lêv kir ku li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hêstiyariyek mezin çêbûye û wiha got: “Gel dixwast alîkariya gelên herêma erdhêjê bikin. Ji ber vê yekê rojê nêzî 100 kesî serî li me dida da ku biçin alîkariya herêmê bikin. Lê ev piştevanî roj bi roj mezin bû. Her wiha ji roja ewil ve ne hikûmet, ne Kizilay û ne jî AFAD li wir tunebûn. Bi tenê kesên dildar li wê derê bûn. Ji Mêrdînê heta niha nêzî 250 kes bi koordînasyona me re ket têkiliyê û dildarî çûn herêmên erdhêjê ji bo alîkariyê. Her wiha kesên ku piştî me çûne li wir bi koordînasyonê me re ketin têkiliyê. Bi taybetî pêşengiya jinê ve alîkarî kom bûn û hatin şandin.”   ‘Em ê bi rihê piştevaniyê faşîzmê têk bibin’   Bêrîvan, gotina welatiyên herêma erdhêjê ya “dewlet li vir tuneye” bi bîr xist û got tu rayedarek bi gelên herêmê re eleqeder nebûye û tiştek nekiriye. Bêrîvan, da zanîn ku kesên dildar ligel hemû şert û mercên zehmet gelên herêmê tenê nehîştine û wiha pê de çû: “Hemû gelên herêmê rûyê îktîdarê ji nêz ve nas kir. Îktîdarê bi xwe jî îtîraf kir ku tu tiştî nekirine û helalî xwest. Em tu carî gelê xwe bi qedera wan re nahêlin. Em ê tim li cem wan bin. Xwedî derketin û pîştevanî morelê dide gelê me. Gelê herêmê bi xwe jî tîne ziman ku wan HDP’ê û gelên aliyên Kurdistanê ev qas xwedî dildar û piştevanî nizanibûne û ji ber vê yekê gelek kêfxweş bûne. Em ê bi rihê piştevaniyê her tim li cem hevdû ne û em ê faşîzmê têk bibin.”   405 malbatên erdhêjê li Mêrdînê ne   Bêrîvan, diyar kir ku wan wek HDP kampanyaya “Em malbata digihînin hevdû” dane destpêkirin û di vê çarçoveyê de malbatên ku tên Mêrdîn û navçeyên wê bi cih dikin. Bêrîvan, diyar kir ku dê malbatên ku hatine li Mêrdînê giştî hatine bicihkirin dê bêdem di xaniyên ku hatine dayîn de bimînin û wiha pê de çû: “Em di çarçoveya vê kampanyayê de herdu malbatên xwe tînin li cem hev. Em ne bi tenê pêdiviyên rojane bi cih tînin. Her wiha ev hevpariya mirovahiyê ye. Kampanyaya me jî bi vê rengî destpê kir. Ev kampanyaya me dê xûrt be. Em ê rihê mirovahiyê derxin holê. Heta niha 405 malbat serî li me dane û me li Mêrdîn û navçeyên wê malbatan anîn cem hevdû. Ji 405 malbatên me di navbera 2 hezar 250 û 3 hezar nifus e. Elbet kar û xebatên me berdewam dikin. Malbatên ku hatine li Mêrdînê bi cih bûne em yek bi yek bi wan re hevdîtinê dikin. Hem aliyê derûnî û hem jî aliyên dinê de xebatên me didomin.”   ‘Piştgiriya me heta dawiyê dê bidome’   Bêrîvan, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Karê ku em dikin karê mirovahiyê ye. Bi piştgiriyê em dixwazin mirovahiyê derbixin holê. Em ê heta dawiyê xwedî malbatên xwe derbikevin û pêdiviyên wan bi cih bînin. Lê vê yekê dîsa nîşa me da ku encax em dikarin xwedî hevdû derbikevin. Ji ber vê yekê jî piştgiriya hemû malbatan pêwîst e. Piştgiriya me heta dawiyê dê bidome.”   ‘Me rojên gelek zor û zehmet derbas kir'     Seda Sezen a ku ji navçeya Antakya ya Hatayê ye û mamosteye, di erdhêjê de xaniyên wan xirap bûne hem bi xwe û hem jî gelek endamên malbata wê birîndar bûne. Seda û bi 11 xizmên xwe di encama piştevaniyê de hatin li navçeya Nisêbînê bi cih bûn. Seda li gel ji nig û milê xwe birîndar bûye jî ji bo zarokên erdhêjê bi rêya onlaînê perwerdehiyê dide zarokan û dixwaze ew jî piştevaniyê bike. Seda, bi lêv kir ku tiştên hatine jiyîn rojên gelek zor û zehmetin tu carî dê ji bîr nekin û wiha domand: “Em nêzî 5 rojan li Antakyayê man û piştre em hatin Nisêbînê. Kon tunebû û ji ber vê yekê em di erebeyan de man. Me di xaniyên xwe yên xirap de hin alavên xwe neçar man derbixin. Av tunebû em vexwin û xwarin tunebû em bixwin. Gelek endamên malbata min jî di erdhêjê de birîndar bûn lê piştî erdhêjê ferq kirin ku birîndar bûne, nig û milên wan şikestine. Em hêvî dikin ku carekedin tiştekî bi vê rengê pêk neyê."    ‘Em rizgar bûn lê wan em kuştin’   Seda di, berdewamiya axaftina xwe de hestên xwe tîne ziman û dibêje “Ji xeynî me tu kesekî me nîne.”  Seda, diyar dike ku ligel vê êşê gel ew li ser nigan girtiye û wiha pê de çû: “ Gel bi destên xwe me ji bin wan bermahiyan derxist û ji bo me çi pêwist bû kir. Gelê me li cem me cih girt. Ji ber êşa nig û milê xwe min nekaribû pêdiviyên xwe bi cih bînim. Ez ê van rojan qet ji bîr nekim. Ez nêzîkatiya hikumetê ku alîkarî neda me jî ji bîr nakim. Li aliyekî erdhej çêbû li aliyekî ba, baran û berf bû. Erd û asîman li me qêriya. Ez wan rojan qet ji bîr nakim. Ger ku em îro li vê derê ne bi saya gelê xwe em li vir in. Ez bi tenê tiştek zanim; îktîdarê me bi mirinê re rû bi rû hîşt. Em li ijiyanê bûn lê me terkî mirinê kirin.  Em di bin bermahiyan de hiştin. Gelê me em ji bin wan bermahiyan derxistin. Piştî ku em xilas jî bûn em kuştin. Gelek nas û hevalên min di bin wan bermahiyan de jiyana xwe ji dest dan û ev ji bo min êşek mezin e. Lewra jî ev piştevanî gelek girînge. Ez hêvî dikim ku ev piştevanî heta dawiyê bidome.”   Nêzî 30 xizmên wê jiyana xwe ji dest dane   Suzan Karadag a ku hemşîre ye, malbata wê li Semsûrê bûye û xaniyê malbata wê jî di erdhejê de hilweşiya ye. Malbata Sûzanê piştî çend rojên erdhêjê bi piştevaniya ku hatiye kirin hatine li navçeya Qoserê bi cih bûne. Suzan, da zanîn ku roja erdhêjê ew jî li Elbîstanê bûye û li Semsûrê nêzî 30 xizmên wan jiyana xwe ji dest dane. Suzan, diyar kir ku ew jî 10 roj in hatiye cem malbata xwe û wiha destnîşan kir: “Bapîr û dapîrên me û gelek xizmên me di erdhêjê de jiyana xwe ji dest dan. Bi dehan xizmên me dibin bermahiyan de man û jiyana xwe ji dest dan. Hemû kesî bi derfetên xwe birîndar û miriyên xwe derxistin. Ji xwe 3 rojan tu alîkarî nedan Semsûrê. Ez bi xwe li nexweşxaneya Elbîstanê dixebitîm û li wir jî erdhej çêbû. Ji wir re jî ne tu alîkarî hat kirin û peywirdar jî piştî bi rojan jî nehatin. Tişta hat serê me nayê jibîrkirin ûem ji bîr jî naki. Ji ber ku travmayek mezin e.  Xaniyên me hilweşiyan, xizm û hevalên me jiyana xwe ji dest dan. Ji ber vê yekê em nikarin bikevin pêvajoyek normal. Ji ber ku di aliyê derûnî de bandorek giran li me kir. Piştî ku em hatin vê derê gelê Qoserê gelek alîkarî da me. Ji me re xanî eyar kirin û hemû pêdiviyên me bi cih anîn.”   ‘Piştevaniyê me li ser nigan girt’   Suzan, destnîşan kir ku li Semsûr û Elbîstanê rojên gelek zor û zehmet jiyane, sê rojan tu alîkarî negihîştiye wan û wiha got: “Pêdiviyên me bi piştevaniya HDP’ê û dildaran hatin bicihanîn û em li vê derê bi cih bûn. Ji ber vê yekê em spasiya gelê xwe dikin. Ji aliyê gel ve tim alîkarî dihat. Lê ji aliyê rayedaran ve tu alîkarî û xwedî derketinek çênebû. Piştevanî mirovan li ser nigan digire û hêzê dide me. Tişta ku me li ser nigan girt ew piştevanî bû. Dema ku em bi malbatî jî diaxivin em vê dibêjin. Ev piştevanî di aliyê derûnî de bi taybetî gelek girînge. Em dixwazin ku ev piştevanî hertim bidome û em bawerin ku dê bidome jî. Lê tu alîkariya dewletê bi me re nebû. Em hatin jibîrkirin.”   ‘Bêhna cenazeyan ji cil û bergên me dihat’   Suzanê di dawiyê de wiha got: “Min 3 rojên ewilî nikaribû ji malbata xwe agahî bigirta. Ji ber nexweşxaneya ku ez lê dixebitîm kar lê zêde bû. Min derfet nedidît. Nexweşxane tijî cenaze bûn. Bêhna cenazeyan ji cil û bergên me dihat. Pêvajoyek gelek zor û zehmet bû. Me nikaribû dev ji wir berdin.  Xizmên me jiyana xwe ji dest dabûn û me nikaribû şîna wan bikira. Herwiha me nekaribû xwe bigihînin malbatên xwe nikaribûn biçin û agahiyekê ji wan bigirin. Li wê qadê em wek robotan bûn. Me hêrs û xemgîniya xwe taloq kiribû û alîkariya gelê xwe dikir.”