Berdevka TJA'yê: Em bi rihê berxwedanê 8’ê Adarê pêşwazî dikin 2023-03-04 09:02:09     Medya Uren   ÊLIH - Berdevka TJA’yê ya Êlihê Şukran Çelebî ber bi 8’ê Adarê ve rojevên derketine pêş nirxand û got: “Erdhejê rastiya Tirkiyeyê raxist ber çavan. Di bin navê parastina dewletê de êrişên ji derveyî sînor dan destpêkirin û di dema erdhejê de dewam dikin. Lewra di dema erdhejê de bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan. Em ê jin li hemberî van kiryaran nerazîbûna xwe di 8’ê Adarê de bi awayekî herî xurt nîşan bidin.”   Jinên ku amadekariya 8’ê Adarê dikin vê carê ji bo erdheja li navenda Mereşê daye û bandora xwe bi giranî li ser 10 bajaran kiriye ketin tevgerê. Jinên TJA’yî yên ji roja yekem ve ji bo piştevaniyê li qadên erdhejê bûn bûyerên derketine pêş bi taybetî jî binpêkirinên mafan yên hatine jiyîn kirin rojeva xwe û di 8’ê Adarê de wê di vê esasê de li qadan bin. Berdevka TJA’yê ya Êlihê Şukran Çelebî ber bi 8’ê Adarê ve rojevên derketine pêş nirxand.   ‘Em bi rihê berxwedanê 8’ê Adarê pêşwazî dikin’   Şukranê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya 8’ê Adarê û got: “Ji dîroka cîhanê heta niha têkoşîna jinan berdewam e. Jinan her tim li berxwe daye. Ji nîvê sedsala 18’emîn ve jî sembola vê têkoşînê weke 8’ê Adarê hate eşkerekirin û tê pêşwazîkirin. Li Newyorkê karkerên kargehekê ji bo mafê xwe dest bi grevê kirin. Kargeh hate şewitandin û di bûyerê de ji sedî zêdetir jin hatibûn qetilkirin. Ev bûyera di 8’ê Adarê de rû daye jî ji bo weke roja têkoşîn û serhildanê bû mîrate. Ji Roza Luksemburg heta Leyla Qasiman, Sakine Cansizan, Sêvêyan û heyanî Nagîhan Akarselan ev mîrate dewam dikir û îro bi milyonan jin li ser vê şopê têdikoşin. Jina ji bo nasnameya xwe, ji bo jiyana xwe berxwedanek mezin dan. Bi vî rihî, bi vê mîrateyê re bi hêz dibin û 8’ê Adarê pîroz dikin.”   ‘Em ê sekna xwe nîşan bidin’   Şukranê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku erdheja li navenda Mereşê rû daye bernameya wan a 8’ê Adarê guherandiye. Şukranê diyar kir ku vê bûyerê bandoreke kûr li ser wan kiriye û wiha pê de çû: “Ev bobelatek pir mezin e ku cîhanê jî bi xwe ve xemgîn kiribû. Me plansaziyên xwe yên 8’ê Adarê jî li gorî vê saz kir. Di vê pêvajoyê de weke jin divê em li gel malbatên xwe yên ku kesên wan di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, li gel mexdûrên erdhejê bin. Ji rojên yekem ve em li qada ne, em hewl didin alîkariyê bidin gel. Em weke gelê Êlihê jî di nava seferberiyê de bûn. Em dikarin çi bikin, em ê çawa bêhtir bibin alîkar di wê esasê de bi rojane xebat berdewam dikin. Bê guman em ê çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê bikin. Lê em ê ne bi şahî bikin. Em ê cardin li ser vê esasê, li gorî pêvajoyê bikin. Em ê di 8’ê Adarê de li hemberî hemû kiryarên xeter ên di erdhejê de hatine kirin sekna xwe berteka xwe nîşan bidin.”   ‘Ev welat ne tenê ji axê pêk tê’   Şukranê bi pirsa em ê weke jin çima îro di serhildanê de bin wiha bersivand: “Erdhej bûyerek xwezayî ye pêşiya wê nayê girtin. Lê ewlehî têne girtin. Ji ber em jî pergala îro rêvebertiya vî welatî dike, îqtidara heyî bi tevahî baş dizanin ku ev herêm bi tevahî cihê erdhejê ne. Berpirsyarên mezintiya bobelata pêk hatiye bê guman ew bi xwe ne. Ji bijartina cihê van avahiyan heyanî avakirina wan pêwîst e baş hatiba temaşekirin. Li pey wê divê qontrola avakirinê hatiba kirin. Ev yek jî pêk nehatin. Ji encamên afirandiye jî eşkere dibe. Ev bajar bi erdê re bûn yek. Di serî de ev ewlehî nehatin girtin lê piştî erdhejê çima xebatek baş nehate meşandin? Heta 2 rojan jî li gelek deveran tu xebatên lêgerînê nehatin destpêkirin. Ji binê kavilan deng dihat lê ji destê kesî tiştek nedihat. Hikûmetek di pêvajoyên wisa de nikaribe xwedî li welatiyên xwe derbikeve ew hikûmet ji bo çiye? Bi salan e dibêjin bekaya vî welatî. Beka ji kesên di nava wî welatî de dijîn pêk tê. Ev welat ne tenê ji axê pêk tê. Vê hikûmetê nekarî vê bekayê biparêze. Nekarî avahiyan, ne jî karî bi hezaran mirovan xilas bike. Nekarî alîkariyê bide yên di bin kavilan de mane, ne jî alîkariyê bidin ên ji derve mane.”   ‘Em ê xebatên xwe bidomînin’   Şukranê da zanîn îro bi heman hincetê êrişên dewletê yên ji derveyî sînor dewam dikin. Şukranê wiha pê de çû: “Ji rojên yekem ên erdhejê ve bê navber êrişên li ser Başûr, Rojavayê Kurdistanê dewam kirin. Divê hukumetê di bobelateke wiha ya erdhejê de berê xwe û hêza xwe bidaya herêmên erdhejê. Ji tu alî ve hêza xwe neda van cihan. Ji ber çi? Ji ber ev herêm cihê kurdan, cihê Elêwiyan bûn. Li aliyekî jî van herêman gelek deng didan pergalê jî. Lê ruxmê vê jî ew hatin îhmalkirin. Herî dawî em pê hesiyan ku Kizilaya pêwîst bû ji saetên destpêkê ve li wir be, konan difiroşe mexdûran. Ji dêvla alîkariyê cardin welatiyan dubare mexdûr dikin. Em ê li hemberî van sersariyan jî xebatek hûrbijêre bidin meşandin.”   ‘Em ê pêşengên şoreşa jinê bin’   Şukranê da zanîn ku ew ê di 8'ê Adarê de li qadan bin û wiha berdewam kir: “Belkî ne bi coş lê em ê bi hêrs û bi biryareke mezin li qadan bin. Jinên kurd li hemberî pergala takekes a, li hemberî hişmendiya mêrê dagirker têkoşînên bêhempa dan. Jinên kurd ji Rojava heya serhildana Rojhilatê Kurdistanê ji Başûr heya Bakûrê Kurdistanê ji bo Rojhilata Navîn û cîhanê bûn nimûne. Em ê vê têkoşînê di 8’ê Adarê de jî bilind bikin. Em ê pêşengiya xwe ya şoreşa jinê jî bidin domandin. ”   ‘Welat di bin kavilan de hiştin’   Şukranê herî dawî got bi tecrîdê ve girêdayî civak di nava dorpêçê û tundiyê de ne. Şukranê gotina xwe wiha bi dawî kir: “Bi tecrîdê zordestî zêde dibe. Welat di bin kavilan de hiştin. Mirovên sax bûn nikaribûn ji bin kavilan derxin. Yên ji mirinê filitîne jî nekarîn tasek şorbeya germ bidin wan. Xezîneya ji bo erdhejê ji xwe û ji alîgirên xwe re xerc kirin. Ya ku li gel were xerckirin ji wan veşartin. Yan jî kirine gule û bombe li ser vî gelî dibarînin. Ruxmê rewşa heyî berê çawa hemû hêza xwe ya aborî ji şer re vediqandin di roja îro de jî bi heman rengî vediqetînin. Wê heta kengî ev pergala dijminê civakê, mirovahiyê û jinê ye li ser desthilatdariyê be? Em ê jin vê pergalê tune bikin. Em ê di hilbijartinê de bi dengê xwe û mafê xwe yê demokratîk rê nîşanî wan bidin. Ji bo ev binketina îqtidarê domdar be jî em ê tecrîdê bişkînin. Ger ev pêk were jî wê rêyên çareseriyê yek bi yek bikevin meriyetê. Em ê vê xetimandina li ber rêyên çareseriyê pêk hatiye vekin.”