TJA li Sêmsûrê ye: Em ê hêrsa xwe veguherînin têkoşînê! 2023-03-03 14:18:10     SÊMSÛR - Aktivîstên TJA'yê yên ku hatin konbajarê Narlikuyuyê bal kişandin ser girîngiya rêxistinbûyinê û wiha gotin:"Em ê hêrsa xwe veguherîne têkoşînê!"   Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya bernameya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê de hatin bajarê konan ê Narlikuyuyê û daxuyanî dan. Seroka Komeleya Jinê ya Rosayê Adalet Kaya, aktivîstên TJA'yê, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydeniz, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosun, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, Parlamentera HDP'ê ya berê Çaglar Demirel, Sekretera Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Rengin Ergul û gelek jin hatin konbajar û yek bi yek serdana erdhejzedeyan kirin.    Zincîra jinê hat avakirin     Jinan piştre zincîr ava kirin û pêdiviyên ji bo mexdûrên erdhejê hilgirtin û di kamyonan de bi cih kirin. Di vê kêliyê de gelek rêxistinên civaka sîvîl tevlî zincîrê bûn û alîkarî kirin.    Piştre jinan li ber konê TJA'yê ava kiribû daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankartên “Bijî 8’e Adar’ê Dem Dema Jin Jiyan Azadiyê ye!” hatin vekirin. Di destpêkê de Seroka Komeleya Jinê ya Rosayê Adalet Kaya mafê axaftinê girt.    ‘Em ê hêrsa xwe veguherîne têkoşînê!’   Adalet Kaya li vir diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe hîn mezin bikin û got:"Em ê hêrsa xwe veguherîne têkoşînê!"   'Helalkirin tune ye wê hesabpirsîn hebe'   Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydeniz, da zanîn ku dewlet li tu derê tune bû û wiha got:"Dewlet ne li pişta gel e. Dewlet ji bo armanc û bekaya xwe heye. Lê em ê felsefeya Jin jiyan azadî bidin jiyîn. Helalkirin tune ye wê hesabpirsîn hebe. Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin."   Daxuyanî bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.      Ber bi gund ve derketin ser rê    Piştre jin ber bi gundan ve derketin ser rê û wê pêdiviyên welatiyên li gund bigihêjin ber destên wan.