Di erdhejê de jî cudakarî: Ji bo we kon tune ye 2023-03-03 10:09:16     Gulîstan Dursun - Dîlan Babat   DÎLOK - Hala Cazî ya Sûriyeyî ya ku ji Sûriyeyê berî bi 10 salan ji ber şer bi malbata xwe re hat li Islahiyeya Dîlokê bi cih bû, di erdhejê de xaniyê wê hilweşiya û bi 4 zarok û hevjînê xwe yê astengdar di konê ku ji bo demekê jê re hatiye dayîn de dimîne. Hala diyar kir ku wê daxwaza kon kiriye  û jê re gotine, "Tu ji Sûriyeyê yî biçe Sûriyeyê."   Ji ber erdhejên ku di 6'ê Sibatê de navenda wan  Mereş bû pêk hatin û li 11 bajaran bandor xwe kirin, bîlanço roj bi roj girantir dibe. Di erdhejan de bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan, bi sed hezaran kes jî birîndar bûn. Ji roja yekem a erdhejê ve negihandina alîkariyan ji aliyê rayedaran ve bû sedema zerara canî û gazindan.   Di alîkariyê de nijadperestiyê dikin   Navçeya Îslahiye ya Dîlokê ku erdhejê bandoreke mezin lê kiir û her cihê wê hilweşiya bi temamî wêran bûye. Welatiyên Sûriyeyî yên ku beriya 10 salan ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê berê xwe dan Hatayê û paşê jî koçî Îslahiyeyê kirin, zehmetiya erdhejê du caran zêdetir dibînin. Welatiyên Sûriyeyî diyar kirin ku pêdiviyên wan ên wekî kon, cil û berg û xwarinê nayên bicihanîn û diyar kirin ku di erdhejê de ew hîn zêdetir hatine paşguhkirin.   Di konekî ji bo demekê hatiye dayîn de dijîn   Hala Caizî ku yek ji xelkên Sûriyeyê ye û xaniyê wê hilweşiyaye, bi alîkariya cîranên xwe hewl dide debara xwe bike. Hala ku nikare ji alîkariya dewlet belav dike  sûdê bigire, li konê ku ji bo demekê jê re hatiye dayîn bi zahmetiyn jiyanê re rûbirû ye.    Ji te re kon tune ye!   Hala ya ku bi hevjîn û çar zarokên xwe re di konê ji bo demekê ji cîranan girtiye dimîne û cîranên wê alîkariya wê dikin, got, " Ez çûm cema keya û min jê kon xwest. Li gel ku kon hebûn û min dîtin jî ji min re got, 'Hun Sûriyeyî ne ji bo we kon tune ye û biçin sûriyeyê'. Herwiha ligel van hemû zextan nêzî mehekê ye di ser erdhejê re derbas dibe lê ligel vê jî ez bi alîkariya cîranan debara xwe dikim û tu alîkarî hîna nedane me."