Dê 8'ê Adarê bi mexdûrên erdhejê re pêşwazî bikin 2023-03-02 09:28:32   Dîlan Babat    DÎLOK - Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Êlihê Gurbet Dogan diyar kir ku ew ê 8'ê Adarê bi jinên mexdûrên erdhejê re pêşwazî bikin û got: "Em ê piştevaniya xwe mezin bikin û xwe bighînin mexdûrên erdhejê."    Erdheja ku pêk hatî bandorê li tevahiya jiyanê û bi taybetî jî li 11 bajaran kir. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ji roja ewilî heta îro li herêmên erdhejê bi mexdûran re bûn. Ji bo hewcedariyên jinan û zarokan ketin nava hewldanan. Jinan îsal 8'ê Adarê dê bi jinên ku ji erdhejê mexdûr bûne re derbas bikin. Dê li Dîlok, Islahiye û Cebelînûrê bi jinan re bicivîn.    Jinan bi dirûşma "Şîna me sedama têkoşîna me ye” 8'ê Adarê li Dîlok û navçeyên wê pêşwazî bikin. Parlamenterên HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Fîlîz Kerestecîoglu û Muazzez Orhan dê li Dîlokê bin. Endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê jî ji bo hewcedariyên jinan pakêtan amade kirin. Hevseroka HDP'ê ya navçeya Êlihê Gurbet Dogan 10 roj in li navçeya Islahiyeyê. Gurbet ji ajansa me re behsa xebatên xwe û rewşa jinan kir.    Xwe gihandin gelek deveran   Gurbetê diyar kir ku li Islahiye û Cebelînûrê li gelek taxên wekî Fevzîpaşa, Turkbahçe, Karakaya, Karapolat, Kalecîk, Karapinar, Gulhoyuk, Şahmaran, Akinyolu, Yeşîlova, Kavaklar, Bayraktepe û gelek taxan xwe gihandine jinan. Gurbet, daxuyand ku alîkariyên ku ji Kurdistan û Tirkiyeyê hatî gihandine mexdûrên erdhejê û wiha bi lêv kir: "Roja ewilî kon tunebû. Kizilay û AFAD di rewşeke wisa de paşve û hevalên me li vir li gorî derfetên xwe xwe gihandin mexdûran. Dema ez hatim Islahiyeyê tenê kavil mabûn. Serê ewilî me bi welatiyê li vir re piştevaniyê li pêş xist. Bi avakirina Koordînasyona Krîzê me kon vedan, ji bo jin û zarokan me paketên taybet amadekirin. Pakêtên ku amade me gihand li mexdûran."    TIR'ên bi xemrî gihaşt herêman   Gurbet, da zanîn ku li herêmên erdhejê bêtir alavên hîjyenê hewce dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gelek TIR'ê bi xemrî hatin Dîlokê. Ji Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo mexdûrên jin amadekarî hatin kirin. Ev TIR'ên ku hatî gihaşt daxwazên jinan. Li vir jin nikarin ped bixwazin û şerm dikin. Jinan ji pakêtên ku hatî amadekirin gelek sûd girtin. Cara yekem kareseta ku wisa pêk hat û welatî nekarîn 20 rojî xwe bighîne alavên hîjyenê. Dema em diçûn gund û taxan me hewcedariyên pêwist dixist rêzê. Bi taybetî ji bo jinan, bincil, ped û şampuan hewce dikir."   Dê serdana mexdûran bikin   Gurbet, destnîşan kir ku ji 27'ê Adarê ve amadekariyên 8'ê Adarê dikin û wiha got: "Me li qadên erdhejê bi jinan re piştevaniya xwe mezin kir. Me xebatên taybet pêk anî. Şandeyên me yên jinan dê di 4'ê adarê de bên Islahiye û Cebelînûrê bin. Ev şande dê serdana mexdûran bikin. Her wiha me pakêtên xwe yên taybet ji bo jinan jî amade kir. Meral Daniş Beştaş, Fîlîz Keresetcîoglu û Muazzez Orhan dê tevlî serdanan bibin."   'Jin bi şîdetê re rûbirû dîmînin'   Gurbet, diyar kir ku li qadên erdhejê bêtir kar û barê jinan zêde dibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji xwedîkirina zarokan, heta paqijiya konê her tiştî jin dike. Kerasetek hat jiyîn lê belê herî zêde di hêla derûnî de jî jin bi bandor bû. Her wiha di nav konan de jin hêj bi şîdetê re rûbirû dimînin. Li dijî şîdetê heta niha xebateke taybet nehatiye kirin. Ji ber vê sedemê xwe gihandina hemû jinan di nav şert û mercên wisa de girîng e. Konbajar ji hêla rayedarên dewletê ve baş nayên parastin. Em ê bi jinan re bin û em ê di nav piştevaniyê de bin."