Divê piştevanî her tim hebe 2023-03-02 09:03:38   Nişmiye Guler   MEREŞ - Navenda Koordînasyona Erdhêjê ya KESK’ê ya li Narliyê heta îro alîkarî gihand 10 hezar mexdûrên erdhejê. Endama MYK'ya Egîtîm Senê Arzunûr Şîmşek Evren got divê piştevanî her tim hebe.   Piştî erdhêja 6’ê di Sibatê de navenda wê Mereş bû pêk hat şûnde gelek bajar bi bandor bûn. Beriya dewletê rêxistinên civaka sivîl û dildaran xwe gîhand alîkariya erdhejzedeyan.  Endam û rêveberên Kondeferasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerî (KESK) jî ji roja ewil de  Koordînasyona Krîzê ya Erdhêjê ava kirin. 25 roje di serî de li Mereş û 11 bajaran bi welatiyan re di piştevaniyê de ne. Baskê Narli ya koordînasyonê heta îro hewcedariya 10 hezar erdhejzedeyan peyda kirin.   'Hewcedarî bi piştgriya  psîkolojîk heye'   Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Egîtîm Senê Arzunur Şîmşek Evren  da zanîn ku ji roja sêyem a erdhêjê hetaniha bi hemû encam û rêveberan seferber bûne û xwe gîhandine herêmê û wiha vegot: “Kordînasyona me wê demdirêj be. Ji ber polîtîkayên li herêma erdhêjê tên meşandin, jin û zarok mexdur dibin. Hewcedariya jin û zarokan pir zêde bi piştgiriya psîkolojîk heye. Dibistan hilweşiyane. Li her derê rewş wek hev e.”   'Di şertên zehmet de jî wê piştevanî bidome'   Arzunurê her wiha daxuyakirin ku êşa gel ji kûrahî hîs dikin û ji ber vê jî heta ku ji destê wan tê piştevaniyê mezin dikin û wiha dirêjî dayê: “Me li Narli di kon de kreşek vekir. Em ekîban organîze dikin ku li wir ji hewcedariyên jin û zarokan re bibin bersiv. Em ê di şert û mercên herî zehmet de jî piştevaniya xwe ji bo avakirina qadên jiyanê bidomînin.”   'Bi zarokan re tirs heye'   Arzunurê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Bi zarokan re tirs heye. Em vê yekê bi zarokan re dibînin. Lîstik ji bo wan pir başe. Hevalên Egîtîm Senê seranserê rojê li vir bi zarokan re dilîzin. Erdhêjê bandor li sre pergala perwerdê jî kiriye. Ji bo ev bandor bê kêmkirin divê nîqaş bên kirin. Tişta em dibêjin perwerde bêguman ne tenê derse. Pêvajoya civakîbûn, xwepêkanîn, fêmkirina jiyanê. Em ê li gorî aliyên hiqûqî û nirxên mirovahiyê birînên civakê biewînin. Ji ber edhêjî derbasî perwerda ji dûrve bûn. Ev tercîhek şaş bû. Di vê mijarê de ji akademîsyenên ku bi salan e kedê didin nêrîn nehat girtin. Ev jî ji pergala navendî diqewime. Çavkaniy êşê di esasê de pergale.”   ‘Bila kes netirse’   Arzunurê balkişand ser berdewamiya piştevaniyê û wiha dawî lê anî: “Teqez bila kes netirse. Bila kes xwe nede alî.  Berpirsyariya me ye ku em bi jin û zarokan re piştevaniya xwe bidomînin. Wê piştevaniya me bidome. Piştevanî jiyan e.”