TJA'yê li Semsûrê starta 8'ê Adarê da 2023-03-01 15:18:21     SEMSÛR - TJA û Meclisa Jinan a HDP'ê li Konbajarê Narlikuyu bi daxuyaniyekê starta 8'ê Adarê dan.TJA'yê diyar kir ku ew ê şîna xwe bikin sedema têkoşînê û got, "Em careke din bi dengê bilind dibêjin 'dem dema azadiya jinê ye'."    Tevevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li navçeya navendê ya Narlikuyu ya Semsûrê, li Konbajarê ku Navenda Koordînasyona Krîzê lê bû, bi armanca hevgirtina bi jinên mexdûrê erdhejê re starta 8'ê Adarê dan.    Di daxuyaniya ku hat dayîn de aktîvîstên TJA'yê, Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD), Meclisa  Jinan, Hevgirtina Jinên Feminîst a ji bo Karasetan, gelek rêxistinên jinan û jinên aktîvîst tevli bûn. Metnê daxuyaniyê ji aliyê aktîvîsta TJA'yê Rozerîn Îldan ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   "Me wek TJA'yê orta meha sibatê bernameya xwe ya 8'ê adarê bi raya giştî re parve dikir û dest bi kar û xebatên xwe yên 8'ê Adarê dikir û bi coş û baweriyek mezin ber bi 8'ê Adarê ve diçûn. Rozerîn wiha berdewam kir, " Lê belê mixabin 6'ê sibatê erdheja kû navenda wê Mereş bû pêk hat. Eerdhejê bandora xwe li Kurdistan, Sûriye û Tirkîyê kir û di vê erdhejê de bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan û bi sedhezaran kes jî birîndar bûn. Ji ber vê yekê em îsal bi êşeke kûr û hêrseke mezin ber bi 8'ê Adarê ve diçin. Em ê şîna xwe bikin sedema têkoşîna xwe. Erdhej ji ber xwezaysayî ye pêşî lê nayê girtin.  Lê belê bi polîtîkayên rast û imara rast pêşî li ber encamên neyînî tê girtin. Lê iqtidara riziyayî ya ku hemû polîtîkayên wê li ser şer, dijminatîya Kurdan û jina ye tenê li berjewendiyên xwe fikirî ye û hewl ne da ye ku li bajarên erdhej lê çêbûne xwe koordîne bike.   Îqtîdara zayenparêz dijimnantiyê dike    İqtidara zayendperest a ku ji gel û çareserkirina pirsgirêkên gel dûr e carek din da nîşandan ku pirsgirêk ne tenê bê koordîne bûn e rastî ya wê dûrbûn û dijminatîya wan a ji gel e. Sedema yekane ku encamên erdhejê ew qas giran in, rastiya şerê heyî ye. Di şerên li dijî civakê de dîsa çavkaniyên civakê tên bikaranîn û ji civakê tên dizîn. Ji ber vê sedemê bû ku di rojên felaketê de bûne karsazên kapîtalîst. Hişmendiya baviksalarî û desthilatdar ya ku bû kujerê bi hezaran mirov û zindîyan  di vê erdhejê de di bin kavilan da ma. İqtidara AKP-MHP'ê ya nîjadperest û zayendîperest heta sê rojên ewil nikaribû hêza xwe komî serhev bike û xwe bigihîne herêmên erdhejê. Vê da xuyakirin ku ti amadekariyên wan ji bo bûyerên xwezayî tune ye.    Dem dema jin jiyan azadî ye   Me wek tevgera jinê û rêxistinên sivîl yên jinê di navbera sê saetan de bi berpirsyarî ya civakî xwe gihand cihê erdhejê. Bi bîr û bawerêyeke mezin bi nêzîkatiyake wekhev dest bi kar û xebatên xwe kir.  Ji îro pê de jî wek Tevgera Jinên Azad (TJA)  li hemû bajarên ku erdhej lê qewimî bi piştevanîya jinan em ê jiyanê bi hev re ji nû ve ava bikin. Em ê jî niha pê de ne bajarên xwe ne jî yek jinekê an jî zindîyekê ji wijdanê mêr-dewletê re nehêlin. Em ê alternatîfên xwe bi hev re ava bikin. Em jin dê li dijî rejîma faşîst a ku şer ji jiyanê re tercîh dike, her tim li qadan bin. Em carek din bi dengekî bilind bang dikin û dibêjin "Dem dema jin jiyan Azadî ye".