‘Divê demildest pergala hekîmtiya malbatê bê avakirin’ 2023-02-27 09:03:17   Melîke Aydin   HATAY - Mexdûrên erdhêjê diyar kirin ku li Hatayê xwegîhandina ximzetên tenduristiyê ne pêkan e û ekîbên tenduristiyê yên dildar jî diyar kirin ku divê demildet pergala hekîmtiya malbatî bê avakirin.    Piştî du erdhêjên mezin yên navenda wan Mereş bû, Odeya Tabîbên Tirk (TTB) û Sendîka Kakerên Tendruistiyê (SES) li navçeya Defne ya Hatayê Koordînasyona Krîzê ava kirin û girêdayê wê revîr hatin amadekirin. Li revîran xizmet ji bo mexdurên erdhêjê tê dayîn. Ekîba ji doktor, hemşîre û xebatkarên tenduristiyê pêk tê, birînan pansuman dikin û ji bo nexweşiyê kronîk û akut dermanan peyda dikin. Nexweşên tên wir diyar dikin ku ji xizmetên tenduristiya dewletê tu fêdeyê nagirin û nikarin dermanan bibînin. Doktorên dildar jî diyar kirin ku divê demildest pergal hekîmtiya malbatê bê avakirin.   ‘Hejmar û cureyê dermanan tune’   Kedkarên tenduristiyên ku ji ber karmend in naxwazin navê wan bên dayîn diyar dikin ku bi 7-8 saet mesayî sê doktor sê hemşîre û xebatkarên tenduristiyê xizmetê didin 500’î zêdetir nexweşan.  Kedkaran diyar kirin ku diyar kirin ku ji ber hîjyen tune, nexweşî jî belav dibin û ji ber sermayê, kuxik, germahiya beden zêde çêdibin. Her wiha diyar kirin ku nexweş pirsgirêka dermanan dijîn, dixwazin dermanên ku her tim bikar tînin peyda bikin, dermanên muadîl qebûl nakin, cureyê dermanan tune. Her wiha diyar kirin ku ji ber ultrason tune jinên ducanî jî derman nabin.   ‘Divê derbasî pergala hekîmtiya malbatê bibin’   Kedkarên tenduristiyê yên dildar wiha gotin: “Ji ber pergala kompiturê tune em nikarin li nexweşiyên nexweşan binêrin. Pergala qeydê tune. Xizmeta me ava kiriye heta cihekiye. Xebatkarên dildar yên vir destûrên xwe bikaranîne û hatine vir. Bexşên dermanan jî bi sînore. Di rewşa dildarên nû neyên de wê çend hefte çûnde ev xizmet biqede. Divê demildest hekîmtiya malbatê bê avakirin û nexweş bên şopandin.”   Kedkarên dildar diyar kirin ku hewl didin hewcedariyên jinan yên wekê ped, dermanên kontrola welidînî, testa ducaniyê peyda bikin û gotin piştî erdhêjê jin demek dirêj reglî dimînin û heta 15 rojan didome.    Nikare dermanê keça xwe bibîne   Seher Cevheroglu  ji bo dermanê keça xwe ya çû revîra TTB’ê nikare dermanên keça xwe peyda bike. Seherê da zanîn ku tevî nexweşxana Sahra agahiyên keça wê girtine jî her cara diçe derman peyda nabe û got: “Ez li hemû Antakyayê digerim. Hêza keça min tune. Min Vîtamîn ji bo keça xwe xwest. Xwarinek baş tune. Ez diçim ku derê min ji wir dişînin cihekî din.”   Ji bo derman em tên bajar   Ozlem Çapanoglu jî destnîşan kir ku ji bo dayika xwe ya nexweşa diyabet û parkînson li derman digere û got xizmetên tenduristiyê pir qelsin û got: “Ez li gundê Yeşîlpinar dijîm. Xizmet nayê gund. Mirovên nexweş hene. Em tê navendê dermanan digirin. Hem ji bo zarok hem ji bo kal û pîran fikarên me hene. Lê di mijara tenduristiyê de piştgirî tune.”