Karkera demsalî Fehîme Semsurê terk nake 2023-02-26 09:03:03   Marta Somek   SEMSÛR - Karkera demsalî Fehîme Tatbaş, li bajarê ku hatiye dinê mezin bûye bi du zarokên xwe re têkoşîna jiyanê dide û ji bo erdhejzedeyan banga alîkariyê kir.   Navenda wê Mereş di 6’ê Sibatê de Mereş bû erdhêj pêk hat û bandor 11 bajaran kir bi dehezaran kesî jiyana xwe ji deset da. di 20’ê Sibatê de jî navenda wê Samandag û Defne ya Hatayê bû du erdhêjên cuda pêk hatin. Semsûr jî ku li kolanên wê xaniyê ku hilneweşiyane nemaye, bêdeng maye.   Di erdhêjê de jinên ku hîna nikarin xwe bigihînin alavên paqij, ped, bincilk û pedên hîjyenîk, bi xebatên welatiyên dildar re jiyana xwe didomînin. Dîsa li bajarê ku xebatên rizgarkirinê nehatin meşandin AFAD di roja çaran de çibû wir û çend kon ava kiribûn.  Gel bertekên mezin nîşanê desthilatdariyê dabûn. Welatiyan diyar kirin ku desthilatdarî bi tu awayî ligel wan tunebûye, hewcedariyên wan nehatine dayîn, ew terkîmirinê kirine. Welatiyan bi lêv kir ku tenê HDP, Tevgera Jinên Azad (TJA) û saziyên din hewcedariyên wan dane û bi dildarî xebitîne.   Em têkoşîna jiyanê guhdar dikin…   Fehîme Tatbaş ya li Semsûrê li taxa Fatîh di kon de dimîne, karkera demsaliye û bi du zarokên xwe re têkoşîna jiyanê dide. Fehîmeyê daxuyakirin ku li bajar hinek komên sivîl digerin. Fehîmeyê em vexwendiyê konê dikir û têkoşîna xwe ya jiyanê vegot.   Şaneşîn bi ser wan de hatiye xwarê   Fehîmeyê bi lêv kir ku di erdhêja ewil de dema dayika wê û zarokek wê ji hundir reviyane şaneşîn bi ser wan de ketiye û wiha got: “Me got qey her du jî mirin. Lê piştre zarokên min xilas bû. Xaniyê me bû wek axur. Ez çûbûm mala dayika xwe. Ne xurekê min heye ne tiştek heye. Kes tun eli me binêre. Ez bi zarok û hevjînê xwe re bi rojan li cihên cuda mam. Konê me tunebû, xwarina me tunebû. Ev kon jî birayê hevjînê min da me. Em nizanin çi bikin.”   ‘Bi kartonan xwe germ dikin’   Fehîmeyê di berdewamiyê de da zanîn ku ger kesek tiştekî bide wan wê xwarinê çêbikin û wiha  dirêjî dayê: “Lê ew jî dibêjin em wek we ne. Niha her kes ketiye derdê xwe. Em li xwe dinêrin. Destê me de tu alav tune. Em karkerên demsalî ne. Niha xurekên me tune ne. Cil û berg tune ne. Ped tune ye. Em cilan dişon li xwe dikin. Tenê cilên ser me hene. Tu kesê ku alîkarî bide me tune. Du zarok hene. Her du jî şîr vedixwin. Ez nizanim çawa li wan binêrim. Hevjînê min jî naxebite. Carnan bi êvaran xwarin bê ez diçim digirim. Wekê din tiştekî me tune. Em kartonan kom dikin û xwe pê germ dikin.”   Fehîmeyê herî dawî anî ziman ku wê li Semsûrê bimînin û têkoşîna xwe ya jiyanê biodmînin û got: “Divê erdhejzede tenê neyên hiştin. Ez ji bo hemû mexdurên erdhêjê banga alîkariyê dikim.”