Jinên xwedî zarok bi fikar in 2023-02-25 10:03:55   Melîke Aydin   HATAY - Hemşîre Semra Basal ku bi dildarî di Yekîneya Tenduristiya Jinê ya li navenda koordînasyona xebatkarên tenduristiyê ya navçeya Defne de dixebite, der barê jinên şîr didin de nirxandin kir û destnîşan kir ku pirsgirêka paqijiyê û şewbê yên li herêma erdhejê xetereyeke mezin e û got: "Jinên xwedî zarok bi fikar in."   Piştî du erdhejên mezin ên Mereşê, Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) û Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) li gelek bajarên ku erdhej çêbûn Navenda Koordînasyona Erdhejê ava kirin. Yek ji hemşîreyên Midûriyeta Tenduristiyê ya Navçeya Beylîkduzuyê Semra Basal ku bi dildarî di Yekîneya Tenduristiya Jinê ya li navenda koordînasyona xebatkarên tenduristiyê ya navçeya Defne de dixebite, der barê jinên şîr didin de nirxandin kir û destnîşan kir ku pirsgirêka paqijiyê û şewbê yên li herêma erdhejê xetereyeke mezin e.    Semra, anî ziman ku jin ji bo şuştina destên xwe jî avê peyda nakin û îhtîmal heye ku ava kanalîzasyonê tevlî şebekeyên ava vexwarinê bibe û got: "Ji bo jinên ducanî şert û mercên li vir dijwar in. Girtina kon li vir zehmet e û ev tişt bandorê li jinên ducanî û dayikan dike û xemgîn dibin. Em bi taybetî ji wan dayikan re dibêjin heta ku memikên plastîk didin ber devê pitikan memikên xwe bidin. Pitikan nêzî xwe bikin, hej zarokên xwe bikin. Temasa laş a zarok û dayikan dê rê li ber xirabûna derûniyê bigire. Ji xwe dema zarok destê xwe bide memikan dê avzêya şîr bixwe çêbibe. Dema tifa zarok li serê memikê dikeve şîr bi xwe tê. Tenê şirê dayikê dikare pitikan têr bike. Hek ji şirê dayikê neyê jî divê dayik 2 û 3 rojan pitika xwe li ser singê xwe razîne. Ev pitik dê bi xwe memikê peyda bike û şîr dê bi xwe bê."    'Rewşa jinan xeter e'   Semra, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser daxwazên jinan: "Jin li vir ped, mûçing, macûna diranan, neynokbir dixwazin. Em jî hewl didin ku daxwazên wan pêk bînin. Em mexdûrên erdhejê re diaxifin û pirsgirêkên wan hîn dibin. Cara yekem ciwanên ku regl dibin dikevin nava telaşê, her wiha dayikên wan jî dikevin telaşê. Em ji wan re dibêjin erhej pêk bê jî tuyî regl bibi. Min firçeya por wek diyarî da. Bi firçeya por jî gelek kêyfxwe bû. Dayika keçikê got ‘Keça min ev bû hefteyek porê xwe şe nekiriye'. Li vir rewşa jinan bi rastî xeternak e. Jinên xwedî zarok bi fikar in."   Qebz, dîzanterî, tîfo, gurîbûn û spî...   Semra, da zanîn ku niha riska şewbê heye û wiha axivî: "Hîjyen pir girîng e. Bikaranîna av û sabûnê girîng e. Niha nexweşiya gurîbûnê pêşketiye, pirsgirêka spiyan heye. Ev tişt ji ber ku gelek kes bi hev re dijîn derdikeve holê. Ji ber ava nebaş û demsala zivistanê qebz, dîzanterî û tîfo zêdebûye. Bi bikaranîna dermanan ev nexweşî dê ji holê rabin. Lê ji bo dayikan em dikarin bêjin ku piştî bikaranîna wan dermanan carek din dikarin şir bidin pitikên xwe."