Piştî Semsûrê wê Tira Xemrî biçe Hatayê 2023-02-25 09:34:25   Marta Somek   SEMSÛR - Ji Koma Piştevaniya Femînîst a ji bo Afetê, Tugçe Canbolat bi Tira Xemrî ya ji Stenbolê hat alîkarî li gelek kolan û kuçeyan belav kiriye. Tugçeyê têkildarî mijarê wiha got:"Ji bo em û jin bên gel hevdu em ê li konê jinê yê me li Semsûr veda bin. Niha jî wê Tira Xemrî biçe Hatayê û ji bo vê jî em li hêviya piştevaniya herkesî ye. Piştevanî dide jiyîn."   Di 6'ê Sibatê de navenda wê Bazarcix erdheja bi pîleya 7.7 pêk hat û vê erdhejê bandoreke mezin li ser gelek bajaran kir. Her wiha di 20'ê Sibatê de saet di 20.05'an de jî li navçeyên Samandag û Defneyê du erdhej li ser hevdu pêk hatin. Ji roja ewil de ye Tira Xemrî ya Koma Piştevaniya Femînîst a ji bo Afetê ji Stenbolê ji bo Semsûrê alîkarî bir. Di 23'ê Sibatê de aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), jinên femînîst û LGBTI+ li ser navê Piştevaniya Femînîst a ji bo Afetê ji Stenbolê hatin Semsûrê û li vir lîsteya pêdiviyên jinan girtin.    Tira Xemrî li Semsûrê ye    Do di saetên serê sibehê de Tira Xemrî hat Semsûrê û li vir lîstiya pêdiviyên jinan hat amadekirin û pêdiviyên di lîsteyê de li jinan hatin belavkirin. Jinan li konên li Narlikuyuyê yên ji aliyê HDP'ê ve hatine vedan di heman demê de jî "Konê Jinan" vedan. Ji Koma Piştevaniya Femînîst a ji bo Afetê, Tugçe Canbolat têkildarî mijarê axivî.      Ev du roj in dixebitin   Tugçeyê da zanîn çawa erdhej pêk hat li Stenbolê gelek jinên femînîst hatin gel hevdu û ji bo alîkariya erdhejzedeyan civiyan û wiha got:"Piştî civînê me Koma Piştevaniyê ya Femînîst a ji bo Afetê ava kir. Ji bo em pêdiviyên li qadê tespît bikin em xebitîn. Komek jî tevlî koma rizgariyê bûn û hefteyekê li Semsûrê xebat dan meşandin. Di hefteya ewil a erdhejê de em ji Mereşê derbasî Semsûrê bûn. Hinek hevalên me yên din jî tevlî me bûn û em hefeteyekê li Semsûrê man. Me hewl da em pêdiviyên jin û zarokan bi cih bînin û xwe bigihînin jinan. Ji aliyekî jî em bi jinan re diaxivîn ka bê çi pêdiviyên wan hene."   Pêvajoya derketina fikra Tira Xemrî    Tugçeyê bi lêv kir ku dema ew li Semsûrê xebitîne fikra Tira Xemrî derketiya holê û wiha pê de çû:"Hevalên me yên Stenbolê jî ji bo Tira Xemrî xebitîn. Me jî li vir pêdiviyên jinan ji wan re ragihand. Jin bi taybet bi awayekî gelekî zehmet xwe digihînin bincil û pedan. Jinan di warê gihandina şampuan, alavên paqijiyê û pêdiviyên taybet gelekî zehmetî dîtin. Loma jî jin gelekî di rewşeke zehmet de bûn."    Alavên di Tira Xemrî de li jinan hatin belavkirin   Tugçeyê bi lêv kir ku dema jin xwe nagihînin alavên paqijiyê loma jî bi nexweşiyê wekî mantar û enfeksiyonê dikevin û wiha lê zêde kir:"Dema jin xwe nagihînin bincil û pedan ev dibe pirsgirêkeke mezin. Loma jî pêdiviya Tira Xemrî wiha derket holê. Me li ser vê yekê pakêteke paqijiyê çêkir. Di vê pakêtê de şampuan, sabûn, macûna diranan, meqesa neynûkan, eynika destan, mûçirk, bincil û alavên jin xwe nikarin bigihêjên hene. Alavên di Tira Xemrî de li jinan hatin belavkirin. Tira ku roja Çarşemê ji Stenbolê derket hat Semsûrê."   Ew ê xebat bidomin   Tugçeyê bi lêv kir ku tu tiştekî jinên di konan de tune ye û wiha got:"Me dema ji wan got ka pêdiviya we bi çi heye gotin bi her tiştî heye. Loma em dixwazin li vir ji bo pêdiviyan alîkariya xwe bidomînin. Her wiha me li bajarê konanan a HDP'ê li Narlikuyuyê vedane konê jinan veda. Loma em ê li vî konê me li Semsûrê veda bin. Em dibînin ku çawa piştevaniya me hêzê dide jinên li vir."   Wê vê carê Tira Xemrî biçe Hatayê   Tugçe da zanîn wê piştî Semsûrê herin Hatayê û wiha got:"Ji bo Tira Xemrî ya li Semsûrê welatiyên li gelek cihan, gelek LGBTI+ piştgirî dan. Me bi hev re gelek pêdivî kom kir û li wê tirê bar kir. Niha jî xebata ji bo Tira Xemrî ya wê biçe Hatayê dest pê kir. Em li hêviya piştevaniya jinan e. "