Alîkariya dewletê ya ji bo gundê Mihaciran: Ji helîkopterê gofret avêtin 2023-02-25 09:03:28   Şehrîban Aslan   MELETÎ - Gundê Mihaciran ku 330 malbat e di erdhêjê de hemû hilweşiya. Rayedaran piştî 10 rojan şûnde bi helîkopteran ji hewayê ve gofret avêtin gund.   Piştî erdhêja navenda wê Mereş bû û bandorek mezin li ser 11 bajaran kir,  bi hezaran kes mirin û bi hezaran avahî hilweşiyan. Yek ji van cihan jî gundê Mihaciran a navçeya Wêranşar a Meletiyê bû. Lê gund ji aliyê dewletê ve terkî qedera wan hatkirin. Li gund 11 kes di bin kavilan de man û jiyana xwe ji dest dan. 3 kes di bin kavilan de şewitîn û jiyana xwe ji dest dan. Gundî diyar dikin ku ger ekîb zû bihata wê kes nemiriba.   330 xanî hilweşiyan   Li gundê Mihaciran yek xaniyek li ser piyan nemaye. Bêdengiyek heye û wekî ku gund vala bûbû.  Gundiyan baxçeyên xwe yên di bin kavilan de mane bi bêr û tevir paqij dikirin. Gundiyan tiştên jiyan ji mîkrofonên me re vegotin û diyar kirin ku 330 xaniyên li gund hemû hilweşiyane.   ‘Parlamenterên AKP’ê bertek dît û çû’   Du kesan ku yekî got ew cerdevan e, diyar kir ku tu alîkarî nehatiye gundê wan û wiha vegotin: “Ez bi salan xebitîm. Xaniyê min îro hilweşiya. Em di bin xanî de man. Lê dewletê tu alîkarî neda. Ewil HDP hat alîkariya me. Piştre CHP hat. Wan dengê me da bihîstin. Tevî em bi dehan carî li wan geriyan cenderme û rayedar nehatin. Gund terkî mirinê kirin. Ji ber em Elewiyên Kurd in piştgirî nedan me. Biçin li gundê Sunnî binêrin. Her roj alîkarî tê kirin. Em ne li dijî alîkariyan e. Lê divê ji bo me jî bihata kirin. 10 roj şûnde wekî ku tiştek nebûye Parlamenterê AKP’yî hat lê piştî bertek dît li wesayîta xwe siwar bû û çû.”   Dixwazin ewil ji kavilan çek bên derxistin     Gundiyan diyar kirin ku cenderme piştre hatine gund û xwestine ku ewil cerdevan çekên xwe ji bin kavilan derxînin.   ‘Li derve berf li hundir erdhej’   Nursel Bazu ev tişt anî ziman: “Beriya erdhejê wek her kesî jiyana me jî xweş bû. Rewşa me baş bû. Piştî erdhejê her tişt serobino bû. Sibeha erdhejê me xwe avêt derve. Em ketin wesayîtên xwe. Keya dibistan vekir. Me erdheja mezin li wir dît. Hinek neçar man biçin malên xwe. Lê di erdhêja duyem de gelek kes di bin malên xwe de man. Xanî hilweşiyan. Gelek kes mirin. Jiyan wêran bûn. Dayika min 4 saetan di bin kavilê de ma. Pîra min di bin kavilan de jiyana xwe ji dest da. Xwişk û birayên min ji Wêranşar hatin û dayika min derxistin. Roja ewil a erdhejê em hemû ji ber baranê şil bûbû. Du kon hebûn. Ew jî konên ku berê sewal tê de bûn. Em 80 kes di kon de man. Me sobe danî. Em dor bi dor li dora sobeyê disekinin. 11 kes ji gund mirin. Lê hemû xaniyên me hilweşiyan.”   ‘Dewlet 10 roj şûnde hat’   Nurselê destnîşan kir ku 24 saetan ne av, ne nan û ne jî ekîbên xilaskirinê kes nehatiye gundê wan û wiha bertek nîşan da: “Ez bi hevjînê xwe re 10 rojan di pîkabê de mam. Gelek sar bû.  24 saet şûnde xizmên me yên Îzmîrê gihiştin alîkariya me. 10 roj şûnde fîrma ku me mişmiş didayê hatin gotin çi hewcedariya we heye. Me kon xwest. Dewletê 10 roj şûnde ji helîkopteran gofret avêtin. 10-15 kon û hinek kolî danîn. Gelo mirov çend rojan dikarin bi van îdare bikin. Em perîşan bûn. Kes nehat alîkariya me. "   Nurselê wiha bi dawî kir: “HDP û CHP hatin alîkariya me. Waliyê Sêwasê hat lê şaredarê me nehat. Heta pirê hatiye dîtiye ku pir hilweşiyaye şûnde vegeriyaye. Show Tv hat me roportaj kir. Lê Piraniya roportaja me birîbûn. Xaniyên me hemû bi xesar in. Rapor dane lê ji bo xaniyê têk çûye nîv xesarî rapor daye. Gelo ev çawa dibe. Em dibêjin, dibêjin gilî bikin bila bên rast bikin.”