'Tenduristiya jin û zarokan di xetereyê de ye' 2023-02-24 09:02:05   Sema Çaglak - Rabîa Onver    DÎLOK - Aktîvîsta TJA'yê Emîne Înan, bal kişand ser pirsgirêka paqijiyê ya li bajarên ku ji ber erdhejê wêran bûne, diyar kir ku jin û zarok niha bi pirsgirêkên tenduristî û şewbê re rûbirû ne.    Di 6'ê Sibatê de erdheja bi pîleya 7.7 ya navenda wê Bazarcixa Mereşê pêk hat û vê yekê bandoreke mezin li bajaran kir. Ji vê erdhêjê zêdetir jin û zarok bibandor bûn. Ji bo pirsgirêkên jinan were çareserkirin û piştevaniyeke mezin hewce dike. Tevgera Jinên Azad (TJA) ji roja ewilî ve li qadê ye xwe digihîne jinan. Aktîvîsta TJA’ê Emîne Înan têkildarî mijarê axivî. Emîne, daxuyand ku ew ji 6’ê Sibatê ve bi pêşengtiya jinan koordînasyonek ava kirin û got: “Em wek TJA’ê ji 6’ê Sibatê heya niha me bi lezginî peywirdarên xwe diyar kirin û şandin deverên erdhêjê. Di wê çarçoveyê de me bername û plansaziyên xwe derxist. Li 10 bajaran aktîvîstên me cih xwe girtin. Di nav gel de hem ji aliyê tenduristiyê hem jî di aliyê alikariyê de bingehek hate avakirin. Êşa vî erdhêjê giran e. Lê tê de îxmal kirin gelek zêde ye. Di kerasetek wiha de divê dewlet hemû amûrên xwe bikar bîaniya. Lê mixabin ji 6’ê Sibatê heya niha di bin kavilan de bi hezaran mirî hene. Welatî bi derfetên xwe xizmên xwe di bin kavilan de derxistin. Ji ber ku dewlet li wir ne amadebû û negihişt alîkariya welatiyan. Şûna dewletê welatî û tîmên rizgarkirinê yên ji Ewropayê hatin alikariya welatiyan.”   ‘Bûdçeya ji bo erdhêjê dide şer’   Emîne, destnîşan kir ku desthîlatdar vî erdhêjê ji xwe re veguherd firsendê û wiha axivî: “Ew bûdçeya ku dide şer ji bo gelê xwe xerç bikira ewqas hêjmara miriyan zêde nedibûn. Sedema zêdebûna hêjmara miriyan, kêmasiya tîmên wan û xebatên lêgerîn û rizgarkirina ku dereng pêk hatiye. Welatiyan terkî mirinê kirin. Li navçeya Cebelînûr û Islahiyeyê ku ji erdhêjê wêran bû, welatî bi derfetên xwe alikariya gel kirin. Li dijî desthîlatdariyê bertek û nerazîbûna gel her diçe zêdetir dibe.”    'Ekîpmanên tenduristiyê divê'   Emîne, di dawiya axaftina xwe de balê kişand li ser pirsgirêkên jinan a ku dijîn û got: “Roja ewil gel bi şîna xwe re bi mijûl dibûn. Lê her diçe ku pêdiviyên jin û zarokan berbiçav dibe. Li li gelek deverên erdhêjê avek qirêj derbas dibe û ji qenalazîsyonê diherike. Welatî nikarin avê vexwin û nikarin serê xwe bişon. Jin nikarin pêdiviyên xwe yên xwezayî pêk bînin. Aliyê hîjyenê ve pirsgirêkên cidî û nexweşiyên cuda dijîn. Zarok jî bi heman şiklî wan tiştan dijîn. Ji bo jin û zarokan divê tîmên alikariyê zêdetir bibin. Ji ber wê divê ekîpmanên tenduristiyê ji bo jin û zarokan demildest were deverên erdhêjê.”