'Li herêma erdhejê tenê piştevaniya gel hebû' 2023-02-23 09:55:26     WAN -  Jinên Wanî erdheja ku berê jiyan kirine bi bîr xistin û diyar kirin ku dewlet piştî erdheja ku di 6'ê sibatê de pêk hatî ji bo alîkariyê neçû herêmên erdhejê welatî bi rojan di bin kavilan de man û jiyana xwe ji dest dan û gotin: "Dewlet heye, lê me nedît. Dewleta me gelê me ye.”   Erdheja ku bi pîleya 7.7 û 7.6 li Mereşê pêk bûyî bandora xwe li Meletî, Amed, Hatay, Dîlok, Edene, Semsûr, Kilîs, Osmaniye, Xerpet û Rihayê kir. Bi deh hezaran welatiyan jiyana xwe ji dest dan û bi deh hezaran jî birîndar bûn. Welatiyên ku ji erdhejê rizgar bûne vê carê ji pirsgirêkên wek stargeh û malzemeyên jiyanê nayên çareserkirin. Kesên ji erdhejê rizgar bûne bi piştevaniya gel hewl didin jiyana xwe bidomînin.   Bertekên li hemberî polîtîkayên hikûmetê yên li hemberî herêma erdhejê dewam dikin, jinên li Wanê ya ku di sala 2011'an de erdhejê jiyabûn behsa helwesta dewletê kirin û bal kişandir ser erdheja ku 6'ê sibatê de pêk hatî.    'Li holê tenê piştevaniya gel hebû'   Zîlan Semo, diyar kir ku li di erdheja ku 6'ê sibatê de pêk hatî rayedarên dewletê kêmasiyên mezin jiyan û got: "Dewleta me gelê me ye. Ev pêvajo vê tiştî nîşanî me da. Îktîdar bi tu avayî mudaxale nekir. Tenê piştevaniya gel hebû. Em wek gelê Wanê me erdhej dîtibû, ji ber vê sedemê jî em dibêjin di pêvajoyên wisa de hesas nêz bibin. Her wiha divê bêtir piştevanî bê mezinkirin."   'Helwesta dewletê bû sedema kerasetê'    Derya Çelîk, daxuyand ku sedema mirina welatiyan ji ber bêpergaliya rayedarên dewletê bû û wiha bi lêv kir: "Biryarên baş negirtin. Heke demildest biryar bihatana girtin ewqas welatî jiyana xwe ji dest nedidan. Hem avahî ne saxlemîn û hem jî helwesta dewletê bû sedema kerasetê. Bi hezaran welatî ji ber ku dereng mudaxale hatin jiyana xwe ji dest dan. Welatî bi rojan di bin kavilan de man."   'Bêçarebûn û bêkesbûn di rûyê wan di diyar bû'   Esra Baykara, jî daxuyand ku wek welatiyek çi ji destê wê tê piştevanî bi mexdûrên erdhejerê dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Pêvajoya ku em niha têde de xirabiyeke mezin e. Ji bo em alîkariyê bidin welatiyên ku xizmên wan di bin kavilan de mane çi ji destê me hat me kir. Bêçarebûn û bêkesbûn di rûyê erdhejzedeyan xuya dike. Dewlet bi her awayî dereng ma. Welatiyên bajarên din xwe gihandin hawara wan kesan. Dewlet heye lê me li vir dewlet nedît. Gelek kes ji ber serma û birçibûnê jiyana xwe ji dest da. Xebatên lêgerîn û rizgarkinê kêm bûn. Ji ber bêtedbîrî û kêmasiyên dewletê gelek kes jiyana xwe ji dest da. Bi dehan kes di bin kavilan de terkî mirinê hatin kirin. Li gundan welatî bi rojan di bin kavilan de man."   'Hej cenaze dernexistin kavil hatin komkirin'   Esra, di dawiya axaftina xwe de wiha bal kişand ser alîkarî û piştevaniya gel: "Gel bi xwe organîze bû û alîkarî li hev kir û xwedî li hev derketin. Di roja 10'an de jî welatiyên ku sax ji nava kavilan de hatin derxistin. Ev tişt nîşan dide ku heke xebateke rêkûpêk bihata kirin dê bi hezaran welatî bihatana rizgarkirin. Xebatên alîkarî û rizgarkirinê zû hatin rawestandin, ji ber vê jî gelek kes mirin. Hêj cenaze di bin kavilan de nehatin derxistin kavil hatin rakirin. Bi sedan welatiyên ku di bin kavilan de mayê wekî zibil hatin rakirin û li kamyonan hatin barkirin. Mirovên me hêj dijiyan hatin kuştin. Îktîdar bi feraseta 'Çi bû êdî bû' mirovan terkî mirinê kirin."