Ji bo erdhejzedeyan piştgirî didome: Rihê komînal pêş dikeve 2023-02-22 11:26:42     Sema Çaglak - Rabîa Onver   DÎLOK - Ji aliyê HDP’ê ve ji bo bajarên ku erdhêj li wan çêbûye Koordînasyona Krîzê ya ku hat avakirin her diçe bi pıştevaniya tê kirin mezin dibe. Jinên ku ji Êlîhê hatin Cebelînûrê destnîşan kirin ku bi xeleka piştgiriyê rihê komûnal pêş dikeve.   Erdheja ku di 6'ê Sibatê de pêk hat bandor li 10 bajaran kir û gelek navçe û gundan zerareke mezin dît. Di vê erdhêjê de bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran kes jî birîndar bûn û hîn jî bi hezaran cenaze ji bin kavilan nehatine derxistin. Ji her aliyê Kurdistan, Tirkiye û derveyê welat gelek kesên dildar ji bo alîkarî û piştgiriyê berê xwe dan Cebelînûr, Îslahiyeyê û herêmên din ku erdhej li wan pêk hatiye.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo piştgirî û alîkariya gel bike Koordînasyona Krîzê ava kir. Di vê çarçoveyê de gelek kesên dildar li herêmên erdhêjê ji bo alikariyê xwe digihînin gel.   ‘Bi her awayî seferber bûn’   Hevseroka navçeya navendî ya Êlîhê Gurbet Dogan, diyar kir ku ew ê bi dildarî piştevaniya gelê xwe bikin û got: “Di vê pêvajoyê de piştgiriyeke mezin hat kirin. Ji zarokan bigire heta kesên temenmezin xwestin alikariyê bikin. Zarokan peredankên xwe dan ku ji bo erdhejzedeyan alikarî bikin. Her wiha welatiyek ku bi dendik firotinê debara xwe dikir pereye ku jê qezanc kir da. Hemû gel bi hemû derfetên xwe ji bo alikariyê bûn seferber. Em jî wek şandeya ji Êlîhê ku bi dildarî dîxebite hatin navçeyên Dîlokê armanca me mezinkirina vê xeleka piştgiriyê ye. Em ê xwe bigihînin gel û çi hewcedarî  hebe em ê bibin alikar.”   ‘Rihê komînal pêş dikeve’   Gurbet, destnîşan kir ku di nava gel de rihê komînal heye û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ev piştgiriya ku niha di nav gel de hatiye pêşxistin, rihê komînal di nav civakê de wê zindî bike. Ji her bajarî kesên dildar tên herêmê û ligel welatiyan destê alikariyê dirêj dikin. Dİ vê pêvajoyê de gel nîşan da ku dewlet nîne. Li şûna dewletê gel heye. Ji ber ku civaka me li benda alikariyê bû lê tu hêviya wê ji dewletê tune bû. Di 20’ê mehê de dîsa erdhêjek çêbû û dîsa zerar çêbû û welatiyan jiyana xwe ji dest dan.  Bi vê yekê hat zanîn ku keraset ne ji erdhêjê tê. Kerasetê ji br desthîlatdar û kesên ku berpirsyariyên xwe pêk nayînine bandora xwe zêde kir.”        ‘Li şûna dewletê gel hebû’   Endama Komeleya Çandê ya Arî-Derê Sevda Adibellî jî, diyar kir ku di vÊ erdhêjê de gel bi piştgiriyek mezin tevlî xeleka alikariyê bûnE û got: “Di gelek wêne û dîmenên ku di medya dijîtal de hatin parve kirin de welatî li pêş in û dewlet tune ye. Li şûna wê gel hebû. Wê jî nîşan da ku gel di her şert û mercî de alikariya hevdû dikin. Ji Êlîhê alikariyek gelek mezin pêk hat. Gelek kes bi awayê dildar ji bo erdhejzedeyan bi dildarî xebitîn û seferber bûn.  Vê alikariyê bandorek mezin li ser gel kir û bi vê yekê ji bo gel kelecaniyek tevlîbûna alikariyê çêbû.”   ‘Em ê alikariyên xwe berdewam bikin’   Sevda, di dawiya axaftina xwe de bal kişand  ser astengkirina alikariyan û got: “Her çiqas ji alikariyên me re astengî hat kirin jî me ew astengiyan re paş gav de neavêt. Me xwest kesên ku di erdhêjê de mexdûr bûne zehmetî nebînin û çi ji destê me hat em alikariyên xwe bigihînin. Armanca me kêm xistina birîna welatiyan bû. Lê xuya dike ku desthîlatdar hilbijartinê daye pêşîya xwe û bi vî yekê polîtîkayên li dijî gel dimeşîne. Xwestin ku ji xeynî alikariyên wan alikariyê welatiyan negihêje. Lê ji bo ku ew têrî gel nekir, alikariyên gel asteng kirin.”