'Bi îlankirina OHAL'ê piştevanî û penaber bûn hedef' 2023-02-22 09:05:10   Elfazi Toral    WAN - Endama Lijneya Rêveberiya SERHAT GOÇ-DER'ê Ayten Kiran, da zanîn sedema îlankirina OHAL'ê hedefgirtina piştevaniyê û penaberan e û bertek nîşanî vê yekê da.    Di 6'ê Sibatê de navenda wê Bazarcixa Mereşê bi pîleya 7.8 erdhej pêk hat û vê yekê bandoreke mezin li ser 11 bajaran kir. Her diçe bilançoya vê erdhejê zêde dibe. Bi îlankirina OHAL'ê ya îktidara AKP-MHP'ê bandoreke neyînî li ser penaberan û mexdûrên erdhejê bû. Endama Lijneya Rêveberiya SERHAT GOÇ-DER'ê Ayten Kiran, da zanîn sedema îlankirina OHAL'ê hedefgirtina piştevaniyê û penaberan e û bertek nîşanî vê yekê da.    'Bi îlankirina OHAL'ê piştevanî û penaber bûn hedef'   Aytenê da zanîn ku armanca OHAL'ê pêşîgirtina piştevaniyê ye û wiha domand:"Sedema OHAL'ê ew e ku kurd bi rihê piştevaniyê li herêmê tev digerin. Dixwazin civakê bieciqînin û bixin binê kontrola xwe. Civaka rêxistinkirî û ya lê dipirse qebûl nakin. Bi mehan berê mirovên zanistê gotibûn wê erdhej pêk were. Lê belê tu tedbîr nehatin girtin. Îktidarê derbarê vê mijarê de tu tişte nekir. Divê di destpêkê de rayedarên îktidarê bihatana cihê erdhejê. Berî îktidarê gel ji bo piştevaniyê çû. Îktidara ku dît gel bi piştevaniyê birîna xwe dipêçe OHAL îlan kir. "   'Bi OHAL'ê nikare pêşî li diziyê û şêlandinê bê birîn'   Aytenê da zanîn ji bo îktidar sûcê xwe binpaç bike serî li OHAL'ê daye û got:"Îktidar dixwaza bi rêya OHAL'ê kêmasî û diziyê binpaç bike. Lê belê çi dikin bila bikin gel di ferqiya vê yekê de ye. Ew dibêjin qey ew ê leşker û polîsan bera ser serê mirovan bidin û ew ê ev tiş hal bibe lê wiha nabe. Divê bi pîvana hiqûqî rewşên diziyê û yên mîna wê bên çareserkirin. Bi OHAL'ê, polîtîkayên zext û tundiyê dizî û şêlandin nayên astengkirin."   'Em polîtîkayên bi vî rengî yên li dijî penaberan qebûl nakin'   Aytenê da zanîn ku penaber di vê erdhejê de hedef hatin nîşandan û wiha got:"Mafê penaberan jî heye ku mîna gelên li vir bên parastin, rizgarkirin û pêdiviyên wan bên cih. Ger li vî welatî tên qebûlkirin wê demê divê mafên wan jî bên qebûlkirin. Di kavilan de jî cihêkarî li hemberî wan ketiye meriyetê. Em polîtîkayên bi vî rengî yên li dijî penaberan qebûl nakin."