'Em ê ji bo piştevanî û jiyana komînal hevkariya xwe bidomînin' 2023-02-22 09:02:05     Marta Somek    STENBOL - Ji Tifaqa Azadî û Kedê, berdevka TOP'ê Nîlay Kuş, diyar kir ku erdhej bandor li hemû gelên Tirkiyeyê kir û got ku dê bi hev re xebatên xwe ya komînal bidomînin û piştevaniya gelê xwe bikin.   Erdheja ku di 6'ê Sibatê de pêk hatî bandorê li 11 bajaran kir û bîlançoya erdhejê her roja ku derbas dibe girantir dibe. Her wiha di 20'ê Sibatê de jî carek din li Hatayê erd hejiya û bandorê li bajarên din kir. Derbarê bîlançoya giran de îktîdar ji bo erdhejzedeyan tiştek nekir. Piştî 35 saetan Rewşa Avarte (OHAL) ji bo 3 mehan hat îlankirin. Çend roj bimîne hilbijartinê dema OHAL'ê diqede. Gelê ku hêj birînê wan nehatine pêçan îktîdar plansaziyên cuda dike. Partiya Azadî a Civakî (TOP) a ku di nava Tifaqa Azadî û Kedê de cih digire ji roja ewilî ya erdhejê heta îro piştevaniya xwe ya ji bo erdhejzedeyan didomîne. Berdevka TOP'ê ya Stenbolê Nîlay Kuş, ji ajansa me re axivî.    Nîlay, destnîşan kir ku ji roja ewilî heta niha dewlet ji bo erdhejzedeyan tiştek nekir û wiha bi lêv kir: "Xarpêt jî di nav de 11 bajar ji erdhejê bi bandor bû. Hîn bajar jî hilweşiyan. Di vê pêvajoyê de dewlet ne li cem welatiyên xwe bû û negihaşt hewara welatiyên xwe. Ligel vê yekê jî çepgir û şoreşger bi her awayî ketin nava seferberiyê û ji her çar aliyê welat berê xwe dan cihê erdhejê. Ketin nava piştevaniyê û xwestin alîkariyê bidin erdhejzedeyan."  'Li herêmên erdhejê dewlet tunebû'   Nîlay, diyar kir ku ku niha jî gelek gund û navçe bê alîkarî mane û wiha got: "Gelek welatî niha jî li derve dijîn. Kon negihaştiye wan kesan. Amûrên ku xwe pê germ bikin nîne. Niha jî şewb destpêkiriye. Bi taybetî ji bo jin û zarokan jî pirsgirêkên hijyenê heye. Çend welatî ji bin kavilan derketin bin jî niha rewşa wan di xeterê de ye. Dewlet tunebû lê şoreşger û sosyalîst bi gel re di nava piştevaniyê de bûn."   'Derûniya gel têk çûye'   Nîlay, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser nîqaşên ku derbarê hilbijartinan de tên kirin: "Dewlet tu carî li cem gelê xwe nebû. Di keraseta ku pêk hatî de dewlet tune bû. Dewlet bi OHAL'ê qeyûm tayînê tora piştevaniyê ya li Bazarcixê kir. Piştê vê jî alîkariyê ku li Cemevî hatî komkirin hatin talankirin. Di 14'ê gulanê de hilbijartin dê bê kirin û OHAL jî dê pêşiya hilbijartinê dê bi dawî bibe. Çend roj beriya niha Bulent Arinç metneke ji 3 û 4 rûpelan pêk tê xwend.  Di metnê de behsa taloqkirina hilbijartinê tê kirin. Piştre rê û rêbazên ku ji bo taloqkirina hilbijartinê nîşan da. Di şert û mercên wisa de helbet dewlet nikare di hilbijartinê de bi ser keve. Niha beriya hilbijartinê pirsgirêkên ku bên çareserkirin di rêzê de ye. Em niha jî dibin şahîdê ku mirov di bin kavilan de bi saxî tên derxistin. Niha jî her kes li bendê ye kavil ji holê bên rakirin. Derûniya gel têk çûye. Li dijî têkçûnê divê komên civakî yên dewletê bên avakirin ku li herêman bi gel re di nava piştevaniyê de bin. Pirsgirêka me ne hilbijartinê, pirsgirêka me em ê çawa piştevaniyê bidin gelê herêmê. Em ê çawa li vir jiyaneke nû ava bikin."    'Li herêmê jiyana komînal dê li peş bixin'   Nîlay, destnîşan kir ku Tifaqa Azadî û Kedê ji bo gelên li Tirkiyeyê tifaqek girîng e û wiha berdewam kir. "Tifaq her tim li cem gelê xwe bû. Dê îro şûnde jî li herêmê bi gelê xwe re be û li vir dê jiyana komînal li pêş bixe û bi gel re di nava piştevaniyê de be. Niha dibê ku li Marmarayê jî erd biheje, li vir rewşa avahiyan gelek xirab e. Jiyana mirovan qurbanê rantê kirine. Bi milyonan kes li Stenbolê dijî. Heke erdhejek pêk bê dê gelek windayî çêbibin. Ji ber vê sedemê jî tifaq niha nîqaşên em ê çawa gel biperêzin, koordîneyeke çawa pêş bixin dikin."   Avakirina Koordînasyona Krîzê ya Erdhejê   Nîlay, diyar kir ku bi Hêzên Demokrasî, Aştî û Kedê ve Koordînasyona Krîzê ya Erdhejê hat avakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev koordînasyon li dijî xisarên erdhejê nîqaşên xwe didomîne. Em armanc dikin ku plansaziyek derxin û bixin meriyetê. Ji ber vê sedemê jî me bi avahîsaz, zanyar, psîkolog, mamoste û hwd bang li gelek kesan kir. Me got bên em bi hev re bixebitin. Bila bên em jiyaneke nû biafirînin û birînên xwe bipêçin."    'Bên di nava tifaqê de cih bigirin'   Nîlay, bal kişand ser girîngiya Tifaqa Azadî û Kedê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tifaq li dijî hilweşandinê derket holê. Em ê bi lev re van kavilan ji holê rakin. Em ji îktîdarê de dibêjin ku êdî hêza we nemaye ku hûn welat bi rêve bibin. Karker, jin, ciwan, LGBTÎ+, kurd, elewî hemû kesimên bindest dê bi tifaqê re welat bikin cihê jiyaneke nû. Em bang li her kesî dikin bên û di nava tifaqê de cih bigirin."