TIR’a Xemrî ji Botanê gihaşt Cebelînûrê 2023-02-21 12:19:20   DÎLOK - TIR’a Xemrî ku ji bo alikariyên pêdiviyên jin û zarokan hatibûn berhevkirin, ji Botanê gihaşt Cebelînûra Dîlokê. Aktîvîsta TJA’ê Zozan Înan, destnîşan kir ku ew ê hewil bidin ku xwe bigihînin hemû jinan.   Şaredariya Silopiyayê ji bo domandina alîkariyên herêmên erdhêjê di 17’ê sibatê de bi pêşengtiya Miduriyeta Polîtîkayên Jinan, kampanyaya “Piştgiriya Jinan bi Jinan re” da destpêkirin. Tevgerên Jinên Azad (TJA), nûnerên sendîkaya Genel-Îşê, Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), KESK û gelek saziyên sivîl ên li bajêr piştgirî dabûn kampanyayê. Di çarçoveya kampanyayê de pêdîviyên jinan û zarokan hatin berhevkirin û bi TIR’a Xemrî ji Botanê ji bo Cebelînûra Dîlokê bi rê ketibû.   TIR’a Xemrî gihaşt Cebelînûrê. Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Sabûha Akdag axivî û diyar kir ku ew ê kampanyayên xwe yên ji bo jinan mezin bikin û got: “Wek TJA’ê em 15 roj in li herêmên erdhêjê ne. Îro jî em li navçeya Cebelînûrê ya Dîlokê ne. Em ê alikarî û piştgiriyên xwe yên ji bo jin û zarokan berdewam bikin.”    Aktîvîsta TJA’ê Zozan Înan jî destnîşan kir ku ji 6’ê mehê ve bi hemû derfetên xwe li qadê ne û got: “Ji erdhêjê herî zêde jin û zarok bibandor bûn. Em wek TJA’ê ji bo piştgirî û alikariyên bigihînin jinan li her derê bûn seferber. Lê belê desthîlatrdara ku erdhêjê ji xwe veguherand firsendê dest bi polîtîkayên qirêjkirinê kirin. Niha li herêmê koçberî destpê kiriye û bi vî yekê hewil didin ku gelan ji warê wan veqetînin. Lê belê jin li dijî van polîtîkayên qirêj dê li ber xwe bidin û xwedî li axa xwe derbikevin.”