Ji bo zarokên mexdûrê erdhejê çalakiyên lîstikan tên kirin 2023-02-21 10:35:17   Medya Uren   SEMSÛR - Kordînasyona krîzê ya Rêveberîya mafên mirovan a Amedê ji bo derûniya zarokên mexdûrê erdhejê ne lîstikan li dar dixe. Endama kordînasyonê Belgîn Gulben jî got niha pêwîstiya zarokan bi me heye û ji bo travmayên jiyane divê em bibin alîkar.   Kordînasyona Krîzê ya Rêveberiya Mafê Mirovan a Amedê bi Koordînasyona Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) re ji bo derûniya zarokên mexdûrê erdhejê ne çalakiyan li dar dixin. Çalakiyên di konan de yên ji aliyê Kordînasyona HDP’ê ve pêk tên her roj bi awayekî sîstematik têne lidarxistin û ji bo zarokên derdorê jî pêlîstok têne belavkirin.   ‘Em ê xebatên xwe her roj pêk bînin’   Belgîn Gulben diyar kir ku ew her roj xebaên xwe bi rêk û pêk pê tînin û wiha got:"Em weke koordînasyona krîzê ya zarokan ji rojên destpêkê ve di nava xebatan de ne. Ev 3 roj in jî ez li Semsûrê xebatê didim meşandin. Bi rêya dildarên koordînasyonê re pêdiviyên ji bo atolyeyên wê werin li darxistin hatibûn komkirin. Em bi pêdiviyan, pêlîstokan re li gel 15 hevalên xwe hatin bajêr. Me îro jî 2 çalakiyên weke lîstik û wênexêziyê li dar xist. Em palan dikin ku van xebatên xwe bi awayekî dorveger her roj li dar bixin. Li gorî jimara bajarên konan jimara komên me jî zêde dibin. Li aliyê me xebatkarên koordînasyona HDP’ê, li aliyê din jî xebatkarên tendirustiyê hene. Di her alî de hewl tê dayin ku em hevdu temam bikin.”   ‘Divê jin bêhtir werin alîkariyê’   Belgînê diyar kir ku ew jî weke mamosteyek îxraçkirî li vir bi awayekî dildar xebatê dike û wiha pê de çû: “Ji bo bandorek domdar pêwîstî bi kesên di qadên derûnasî, pedegokiyê de pispor in û mamosteyan heye. Kesên bikaribin bi zarokan re peywendî deynin divê hewl bidin di nava xebatan de cih bigirin. Pêdiviya wan bi alîkariyê heye. Divê em di vê pêvajoyê de hestiyar nêz bibin û bibin alîkar. Li gel zarokan jî pêdiviyên jinan jî heye. Divê hevalên jin zêdetir beşdarî komên me bibin.”   ‘Zarok hîna di nava şoqê de ne’   Belgînê wiha berdewam kir: “Di konên hatine vedan de zêdeyî 20 zarok hene. Bi taybetî jî ev zarokên penaber in û zarokên nîştecihên Semsûrê hene. Me bi çalakiyên xwe re wan li gel hev kom kir. Heta niha her çiqasî di konan de li gel hev bin jî nehatine ba hev. Me wan anî gel hev û têkiliya wan xurt kir. Ya herî girîng jî li gorî min ev bû. Êdî bi hev re bêhtir peywendî datînin û bi hev re dilîzin. Zarok hîna di şoqa bûyerê de ne lê hîna jî bando travmaya jiyanê ferq nekirine. Her ku bajar vala bibe, alîkarî kêm bibin wê bikevin ferqa travmaya xwe.”     ‘Divê ev xebat rewşek sîstematik bigire’   Belgînê got xebatên dildariyê wê heta cihekî bikaribe berdewam bike û wiha pê de çû: “Pêwîst e ev xebat bi awayekî sistematik pêk were. Ji derveyî dildariyê divê erkdar hebin êdî. Divê di aliyê tendirustiyê de bêhtir giranî were dayîn. Bi taybet derûnas divê li qadê bin.”