Ji bo qetilkirina kurdan planeke nû! 2023-02-21 09:05:25     Rojda Aydin-Rozerîn Gultekîn   AMED - Li Parka Koşuyolu ya Rêzana Amedê welatî bi derfetên xwe kon danîn û di nav şert mercên nebaş de hewldidin bijîn. Lê belê niha jî tê xwestin ku erdhejzedeyan bibin konê AFAD’ê ya ku li ser rêya Farqînê hatî avakirin. Erdhejzedeyan gotin: "Em naçin konên li ber Çemê Dîcleyê, em ê biçin di xaniyên xisar de bijîn. Eger tiştek bibe jî berpis dewlet e."    Amed, di erdheja 6'ê Sibatê de bi bandor bû û gelek avahî xisar dît û hilweşiyan. Welatiyên ku avahiyên wan gelek xisar dit bi derfetên xwe li parkan kon danîn. Her wiha AFAD'ê li derveyê bajêr a li herêma Mûslûmegîk a li ser Rêya Farqînê ye ku xeteriya bendavê lê heye bi hezaran kon danîn. Tê xwestin ku welatiyên di nava bajêr de kon danîne bibin li wan konan bi cih bikin.    Jinên ku li Parka Koşûyolu ya Rêzanê bi destê xwe kon vedan ji ajansa me re axivîn û bal kişandin ser rewşa xwe, derbarê konên AFAD'ê de jî nêrînên xwe anîn ziman.   ‘Çûyîna li ber Çemê Dîcleyê tehlûkeye’   Meral Gezer a ku xaniyê wê li taxa Muradiya ya Rêzanê ye di erdhejê de zirarê dîtiye û li parkê kon daniye. Meralê, got komîsyona tespîtê çûne mala wê gotine nekevin malê û wiha axivî: “Ji ber vê yekê em nikarin biçin mala xwe. Lewra jî em ji neçariyê li vê derê dimînin. Lê ji me re hat gotin ku dê konên li vê derê bibin li ser rêya Farqînê û li wir cih çêkirine. Lê belê li wê derê bend hene. Ji ber vê yekê çûyîna me ya li wê derê gelek bi tehlûkeye. Ger ku baranek bibare dê ava çemê zêde be û em ê jî bi wê avê biçin. Em jî matmayî mane ku nizanin çi bikin. Dewlet pirsgirêkan çareser nake. Me ber bi mirinê ve dibe. Her wiha ew cihê ku ew dibêjin gelek dûrê bajêre. Ji ber ku em li vir in rehetin. Em dikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin. Dema em nexweş bikevin ji ber nexweşxane nêze em dikarin biçin. Ez nexweşim. Kon gelekî sar e. Min enfeksiyon jî girtiye. Lewma mayîna li vir jî ji bo min zirar e. Di vê konê de em sê malbat dimînin. Yanî em giştî 12 kes bi hev re dimînin. Ji roja erdhejê ve em li vê derê ne.”   ‘Em ji erdhêjê reviyan, niha jî xwe ji avê xilas bikin?’   Meral, destnîşan kir ku ew nizanin ku konên li vir ji ber çi tên radikin û wiha pê de çû: “Em ji erdhêjê reviyan, em niha jî xwe ji avê xilas bikin? Ma wisa dibe? Em jî nizanin çi bikin. Em niha sekinîne, tiştekî nakin. Em naxwazin biçin li ser rêya Farqînê bimînin. Lê ji ber kirê bihane nikarin biçin xanî jî kirê bikin. Ji ber vê jî em nizanin çawa bikin. Xaniyê ku kirêya wê du hezar bû niha bûye 6-7 hezaran. Hevjînê min jî naxebite. Bila me neşînin ser rêya Farqînê, bila ji bo me çareseriyekî bimînin. Em naxwazin ji xaniyên xwe dûr bisekinin. Ger ku ew xaniyên hilweşiyan saxlem bûna dê ew mirov jiyana xwe ji dest nedana. Xaniyan rizyayî çê dikin û ew qas kes jiyana xwe ji dest da. Heta zarok û pitik jî di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dan.”     ‘Şûna ku me ji vir dibin, bila şert û mercên vir baş bikin’   Elîf Yilmaz a ku xaniyên wê li kolana Emek ê ya Rêzanê ye, da zanîn ku xaniyên wê jî derizîne û ji ber vê yekê ji roja erdhêjê ve di konan de dimîne. Elîf, bi lêv kir ku xaniyên wê ji ber deriziye ditirse ku tê de bimîne û niha bi 4 malbatan ve di konekî de dimîne û wiha domand: “Em giştî 20 kes di vê konê de dimînin. Niha jî dixwazin me bişînin li ser rêya Farqînê. Lê em naxwazin biçin. Ji ber ku ev der nêzî mala me ye. Her wiha ya herî tehlûke jî li wir bend heye. Em ditirsin ku biçin li wir. Ger ku baranek bibare em hemû di bin avê de bimînin. Her wiha ew der ji cihê jiyanê re dûr e. Ji ber vê jî ez naxwazim biçim li wir. Dixwazin me ji civaka me dûr bixin. Em nizanin ji ber çi me dibin li wir. Lê ew der ji bo me gelek bi rîske. Dixwazin hemû gel li wir jiyana xwe ji dest bide. Di rewşekî bi vê rengê de divê tu carî cudahiya tirk û kurd neyê kirin. Ev nayê qebûlkirin. Lê dîsa jî cudahiyê dikin. Şûna ku şert û mercên li vê derê baş bikin me dibin li ser rêya Farqînê. Bila şûna wê ji me re konteynir bînin li vir daynin. Ger ku me ji vê derê rabikirin em ê ji neçariyê vegerin mala xwe ya ku di erdhêjê de zirarê dîtiye.”   ‘Ger tiştek bê serê me dewlet dê beriya me bireve’   Sevda Eken a li taxa Muradiya ya Rêzanê ku dijî di erdhêjê de xaniyên wê jî zirarê dîtiye, dibêje ku ji ber xaniyên wê zirarek mezin dîtiye ditirse ku tê de bimîne. Sevda, bi lêv kir ku bi malbata xwe re ji neçariyê hatiye li parkê di kon de dimîne û wiha got: “Hêviya me ji dewletê ew e ku bila alîkariya me bike. Em naxwazin biçin li ser rêya Farqînê. Ji ber ku nêzî bendê ye û ev yek jî ji bo me tehlûkeyek mezin e. Kesek me xilas nake. Ger ku tiştek li wir bê serê me dewlet dê beriya me bireve. Ji ber vê yekê jî ev der ji bo me baştire û em ji vir naçin tu cihekî din. Ev cih ji bo me bi ewletire. Taybetî şev dinya gelek sar e, lê em neçarin bimînin. Bila şert û mercên me yên li vir baş bikin. Ger ku me bibin li wê derê û ava wê bendê bilind bibe zarokên me dê binî de bimînin. Em li wê derê nexweş bikevin jî ambulans nayên li wê derê. Ger me bi zorê ji vir derbixin em ê ji neçariyê biçin mala xwe. Ger ew xanî bi ser me de hilweşin jî berpirsyar dewlet e. Xeynî dewletê dê kî berpirsyar be?”   ‘Em ji vir naçin tu cihek din’   Sevda, diyar kir ku kesên rayedar bên wan bi zorê ji konan derbixin jî dê bi derfetên xwe ji xwe re li parkê cih çêbikin û bimînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ji wan re dibêjin ku em ji vir naçin tu cihekî din. Tu kesek naxwaze biçe li ser rêya Farqînê. Ji ber ku tu kesek ji tirsê newêre biçe. Em dev ji Amedê bernadin. Ez bi xwe nexweşiya astimê me. Hevjînê min jî ji ber di aliyê zihnî de nexweşe hemû bar li ser milê min e. Roja erdhêjê min pitika xwe ya biçûk da cîranekî xwe. Piştre çûm herdu zarokên xwe û hevjînê xwe ji malê derxist. Ji ber vê yekê jî kon jî bên rakirin ez ê li vir bimînim. Roja destpêkê erdhêjê em di dibistanekî de man. Lê midûrê dibistanê me ji dibistanê avêt. Lewma jî em hatin li vir.”