‘Ji bo necemidin min xwe li kavilên di bin de man pêça’ 2023-02-20 13:40:38   Medya Uren   SEMSÛR - Fadiyel Mustafa ya ji ber şerê dagirkeriyê ji Helebê koçberî bakûrê Kurdistanê dibe li gundê Balyan ê Semsûrê jî di encama erdhejê de 4 zarokên wê jiyana xwe jidest dane. Li gundê ku piştî 3 rojan komên lêgerînê hatinê Fadiyel, dibêje, "Mîn kîr hawar lê tu kes bî hawara mîn de nehat. Jî ber wê min xwe li kavilên zarokên min di bin de man pêça ji bo ku zarokên min necemidin."   Bi erdheja navenda wê Mereş re li gel 10 bajaran gundan jî zerarek mezin dît. Gundê Balyan ê girêdayî navenda Semsûr bi qasî 103 kesî jiyana xwe ji des dane. Tenê di nava gund de çend xanî hene ku xira nebûne. Rûxmê vê weke navenda Semsûrê piştî 3 rojan alîkarî digihêje nava gund. Lewra heta alîkarî tê jî kes bi saxî nehat derxistin. Fadiyel Mustafa jî yek ji wan mexdûrên erdhejê ye ku piştî 3 rojan zarokên wê mirî ji bin kavilan tên derxistin. Fadiyel a 3 rojan li ser kavilan li benda derxistina zarokên xwe dimîne di roja 13’emîn ya erdhejê de kon girt û bi me re tiştê jiyaye parvekir.   Jî ber şer koçber bû di erdhejê de zarokên wê mirin   Fadiyel Mustafa ya ji bajarê Helebê di êrişên dagirkeriyê de bi malbata xwe re koçber dibe û tê bakûrê Kurdistanê bicih dibe. Piştî koçberiyê 6 mehan jî bi mêrekî re tê zewicandin û li Mêrsinê bi cih dibe. Beriya salekê jî ji ber qeyrana aborî ji Mersinê koçberî gundê Balyanê yê girêdayî navenda Sesmûrê ye dibin. Di erdhejê de jî 4 zarokên wê yên bi navê Ayşe, Mehmet, Yusuf û Emîr Kuçuk boga jiyana xwe ji dest dan.   ‘Ez bi tenê bûm bi tenê mam’                                                                                                                                                                Fediyela zimanê wê yê zikmakî Erebî ye di bilêvkirina hestên xwe de zehmetiyan dikişîne. Lê bi zor ji be hewil dide hestên xwe bîne ziman.  Xaniyekî kavilbûyî nîşaN dide. Dibêje binerin ew xanî bû mezelê 4 zarokên min. Fediyel û hevjînê xwe tenê ji erdhejê rizgar dibin û tim dibêje min yek zarok jî ji kavilan rizgar nekir. Tim gotina “Ez tenêbûm, cardin bi tenê mam. Jî bo zarokên min necemidin min bi rojan xwe li kavilan pêça. ” dûbare dike.   ‘Min hertiştê xwe cardin wendakir’   Fadiyel tiştên jiyane wiha dibêje: “Min nikaribû zarokên xwe xilas bikim. Zarokê min yê mezin 5 salî yê biçûk 1 salî nebû hîna. Min kir hawar lê kes bi hawara min de nehat. Kes nebû alîkar. Min digot belkî nefes bistînin. Ez bi hêvîbûm. Lê kes^î dengê min nebihîst.  Ez 3 rojan li ser kavilan raketim. Hewa sarbû. Baran dibarîya. Min nedikarî zarokên xwe di bin baranê de tenê bihêlim. Ez li ser kavilan raketim. Min li cihê zaroka min ya biçûk lêye xwe dirêj kir. Min kir ku bi destên xwe kevirên li ser bedenên wan rakim. Lê nebû. Tiştek ji destê min nehat. Tenê min xwe bi serwan de girt. Ez ji şer reviyam, kesê min nebû û hatim vir min hertiştê xwe cardin wendakir.”   ‘Ez dizanim hemû şehîdin’   Fadiyel piştî zarokên xwe mirî ji bin kavilan derdixe şûnde di maşîneyê de radikeve. Di roja 13’emîn ya erdhejê de kon distîne û dema me wê dît jî konê xwe nû vedabû û hindir rast dikir. Fadiyel berdewam kir: “Ger alîkarî zu hatiba belkî mirî nehatiban derxistin. Cilên zarokên min derxistin, lê ew ji min re dernexistin. Ez bi rojan li derve mam û piştî rojan min nû kon girt. Hertişt dereng hat gund. Di gund de herkes wek min bû. Bi dehan kes mirin. Cîranên min gelek mirin. Ez dizanim hemû jî şehidin êdî. Hemû jî bê gunehbûn.”Fadiyel cilên zarokên xwe nîşanî me kir û kavilê jê derxistine nîşanî me kir. Diyarbû hêstirên çavên wê zuhabûbûn.