Komên rîzgarkirinê neçûn gundê ji nexşeyê hat paqijkirin 2023-02-20 12:55:35     Nîşmiye Guler - Dîlan Babat   MEREŞ - Gundê Ordekdedeyê, hema ji nexşeyê hat paqijkirin, tu ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê negihîştine wan û bi derfetên xwe hewldan ku bijîn. Şeniyên gund bi gotina "Em dewletê naxwazin" bertekên xwe anîn ziman.    Li Mereşê di erdhejê de bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan, bi sed hezaran jî birîndar bûn. Bi taybetî li navend, navçe, gund, tax û bajarok wêran bûn. Li gundê Ordekdede ya navçeya Bazarcix a Mereşê ku herî kêm 36 kesan jiyana xwe ji dest dan, li gundê ku 270 mal lê heyî malek saxlem nemaye.    Gund 44 kîlometre ji dûrê navendê ye. Li gund hemû xanî hilweşiyaye. Alîkarî ji hêla dildaran ve hat kirin. Lê belê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê qet li gund nehatin kirin. Şêniyên gund li gorî derfetên xwe xebatên rizgarkirinê dane meşandin. Gund gundê elewiyan e.  Yuksel Gunal ji gundê Ordekdedeyê ye wiha bal kişand ser alîkariya dewletê: "Me dixwest dewlet li cem me bibe, lê belê dewlet tune bû. Li vir nêzî 40 kes jiyana xe ji dest da. Zivistane welatî nikarin li vir bimînin. Di nava 300 malan de tenê 3 mal mane yên din hemû hilweşiyan. Gundê me ji nexşeyê hat jêbirin. Zarokên me, hêviyên me û ciwanên me di bin kavilan de man." Yuksel, di axaftina xwe de bal kişand ser alîkariya dildaran û divê ji bo şêniyên gund avahî bên dayîn.     Husne Elgetir li ber konê ku li ber xaniyê xwe danibû rawestiya bû û wiha bal dikişine ser rewşa xwe: "Dema erdhejê ez li nexweşxaneyê bûm heke ez li malêbûma niha ne saxbûm. Konê heye lê belê hewa gelekî sar e. Keda min a bi salan bi erdhejê re çû."    8 xizmên Bulent Kuloglu di erdhejê de di bin kavilan de mane û jiyana xwe ji dest ye û wiha axivî: "Ligel dewletê, keyayî gund jî me mexdûr dike. Keyayî gund bû Erdogana duyem. Keyayî gund hemû alîkariya ku hatî dayîn li cem xwe depo kiriye û belav nake. Gundê me wêran bû, bi dehan kes jiyana xwe ji dest da. Em ê çawa ji bîrbikin lê belê em dizanin ku dê dewlat wan tiştan ji bîr bike. Me bi derfetê xwe birayê xwe û jinbirayê xwe ji mirinê rizgar kir. Min biraziyê xwe bi zorê ji nava kavilan derxist. Ambûlan tuneye, koma rizgarkirin û lêgerînê tuneye. AFAD tûneye. Kepçe tuneye. Dewletê tu alîkariyê neda gundê me. Heke piştevaniya gelê me nebûye niha em ê jî dimirin. Em nizanin çi bêjin!"    'Em ji ber nasnameya xwe terkî mirinê hatin kirin'   Bulent diyar kir ku pîştî bî 13 rojan tenê fermandarê leşkerî û qeymeqam hatîne gund derbarê paqîjîya gund de axîvîne û nehatîne gel wan. Bulnet wîha dîrêjî da axaftîna xwe, "Em jî dewletê re çî bîbêjîn nabîhîze û pîştguh dîke. Jî hilbîjartînê hata hîlbîjartînê em dewletê dîbînin. Dema ku pêdîvîya wan bî dengan dîqede êdî tu qîmeta me namîne.  Ez elewî me û xwe înkar nakîm. Lê jî ber ku em elewî bûn em terkî mîrînê kîrîn. Bî milyonan kes mirin û gelek cenaze di bin kavilan de man. Dizanibûn ku li vir xeteriya erdhejê heye çima hişyariyek nedan."   Malbata bî temamî qedîya Necla Kuloglu jî got ku terkî qedera xwe hatîne kîrîn û got, "Buk, nevî û lawê mîn dî bîn kavilan de man. Tu kesî alîkariya me nekir. Tenê gel û kesên hestiyar alîkarî dan me. Min bi neynûkên xwe lawê xwe derxist. Gund terkî qedera xwe hat kirin. Buk, nevî û lawekî min mirin û duheb jî yetam man. Wê çawa dilê min vê hilîne. Malbatek qediya. Ez dewletê naxwazim."   Li ser sofereya depremzedeyan    Navnîşana me ya dawîn konê malbateke depremzede ku em ligel dildaran çûnê, li vêderê me jî vedixwînîn sofreya xwe, li konê ku bi sobeyê hatîbû germkirin, malbat ucdakarîya li hemberî elewîyan vedibêje û bahsa çanda xwe dîke.   Li gelek gundan heman bertek   Li gundên elewiyan ên Mereşê heman bertek hebû. Li dijî cudakarîya hatiye kirin gel ji rêxistinên saziyên sivîl û ji dildaran bi hêvî ye.