Şêniyên gundê Tolmezê: Dibe felaketên nû rû bidin 2023-02-20 11:37:12     Şehrîban Aslan    SEMSÛR - Şeniyên gundê Tolmezê, diyar kirin ku ji ber xemsariya dewlet û hikûmetê gelek kes jiyana xwe ji dest da û gotin: "Ji ber ku em elewî û kurd in me terkî mirinê kirin."   Semsûr bajarên ku herî zêde ji erdhejê xisar dîtiye. Gund, navçe û navend xisareke mezin dîtiye. Hêj jî kavilên ku nehatine rakirin hene û welatî gilî û gazincên xwe yên derbarê helwest û nêzikatiya dewletê tînin ziman. Welatî li hemberî mudaxaleyên ku dereng hatî kirin bi bertek in, ji ber ku heke mudaxaleyeke zûtirin bihata kirin evqas kes jiyana xwe ji dest nedidan.    Gundê Tolmez, heta îro jî alîkariyek nehatiye kirin. Li gund 5 kes jiyana xwe ji dest da û 50 xanî jî hilweşiyane. Ne alîkariya dewletê, alîkariya ku ji Amedê hatî gihaştiye gund. Şêniyên gund bi piştevaniya welatiyan li ser piyan mane.    Serî de her kes behsa Balyanê dike, piştî ku em çûn Balyanê her kes behsa gundê Tolmezê dike. Şêniyên gund li gorî derfetên xwe kon danîne û pîr û kal li dor konê kom bûne rûniştine. Di nav komê de jina bi navê Fatma Gurbuz hebû û Fatma kurê xwe û bûka xwe di erdhejê de winda kiriye.    Kurê xwe û bûka xwe windakir   Fatma wiha ji ajansa me re axivî: "Mala min xirabû. Min di erdhejê de kur û bûka xwe winda kir. Her dû jî di bin kavilan de man. 4 zarokên wan hebû. Me wan ji mirinê rizgar kir. Nebiyên min bêdayik û bê bav man. Ez bê kes mam. Ez ê niha çi bikim. Ez niha bi çi bişewitim ji alîkariya ku nehatî an jî bêkesmayîna xwe... Ez niha tenê ji bo nebiyên xwe konek dixwazim."    'Em çawa sax derketin nizanim'   Di nav gund Yuksel Gurbuz li ber avahiya xwe ya hilweşiyayî rawestiya bû. Yuksel roja erdhejê li bajêr bûye û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ez li bajêr li mala xwişka xwe bûm. Dema erdhejê em şiyar bûn lê ez nizanim em çawa ji malê derketin. Em çawa sax ji avahiyê derketim nizanim. Avahî bi xwe xirab û di erdheja duyem de jî hilweşiya. Gel bêtirs carek din ketin hundur û ji bo zarokan betenî ji malê derxistin. Kesek nehat alîkariya me. Cîranê me di erdheja duyem de jiyana xwe ji dest da."   'Bi derfetên xwe cenazeyên xwe derxistin'   Yuksel, destnîşan kir ku ji dewletê tu alîkarî nehat û wiha bi lêv kir: "Welatî di bin kavilan de û sermayê jiyana xwe ji dest dan. Bi rojan me li ser medyaya dijîtal weşan kir ku bila rêya gund vekin. Me xwest em biçin hewara gundan. Lê belê bê feyde bû, waliyê ku derket ser ekranê bi ken got tiştek bi Semsûrê nehatiye. Piştî 3 rojan rêya gundan hatin vekirin. Kesên ku sax hebûna jî piştî 3 rojan ji xwe miribûn. Heke roja ewilî ji Amed û Wêranşarê alîkariya rizgarkirinê nehata kesek sax xilas nedibû. Niha 14 roj bi ser erdhejê re derba bû lê belê niha jî dewlet alîkariyek nekir. Tenê du roj beriya niha AFAD û ambulansek hat gund. Şeniyên gund bi hewldana xwe cenazeyên xwe di bin kavilan de derxistin û piştre definkirin."    Ji bo 80 xaniyan 8 kon...    Yuksel, daxuyad ku bi dehan caran 112'yan geriyan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Me bi dehan caran telefon vekir herî dawiyê AFAD hat û 80 xaniyên ku li gund heyî tenê 8 kon danîn. Ji me re tiştên kevn anîbûn lê belê em ne xizan in em ji felaketê rizgar bûne. Hewcedariya me bi cilên kevn nîne. Lê belê Xwedê ji gel razî be xwarin û cil û bergên paqij ji me re şandin. Em niha wek robotan e û en nizanin em ê çi bikin, çawa bikin. Lê belê rastiyek heye, ji ber ku em elewî ne û em kurd in me terkî mirinê kirin."    Kurd, ermen û elewî    Ji bo şêniyên gundê Tolmezê demildest kon hewce dike. Ji ber ku dê rojên pêş bêtir hewa sar bibe. Şêniyên vê gundê diyar kirin ku em dev jî elewî û kurdbûna xwe bernadin. Her wiha şêniyên gund da zanîn ku ev gund berê gundê ermeniyan bû ye.