Ji bo xaniyên divê bên valakirin rapora 'dikare lê bimîne' didin 2023-02-20 11:05:36     Sema Çaglak/Rabîa Onver   DÎLOK - Hatîce Gunerî ku mala wê ji erdhejê zerar dîtiye, jê re rapora  "dikare lê bimîne"  hatiye dayîn. Hatîce, destnîşan kir ku tu kes li ewlehiya wan nafikire û got: “Xebatkarên şaredariyê bêyî amûrên tespîtkirina zerarê  rapora 'dikare lê bimîne' dan û ji me re gotin ‘heke tiştek bibe jî ji Xwedê tê'.”   Li Dîlokê ku yek ji bajarên di erdhejên bi lerza 7,7 û 7,6'an ku navenda wan Mereşê bû zirareke mezin dît, gelek avahî hilweşiyan.   Lê ekîbên şaredariyê ku tesbîta xaniyên zerar dîtnine dikin bi gotina "Hûn dikarin li van avahiyan bimînin" dixwazin gel bikin xaniyên hilweşiyayî. Şêniyên Dilokê ku ji ber şert û mercên hewayê dest bi ketina malên xwe kirin, diyar kirin ku ew bi tirs û ji mecbûrî dikevin wanxaniyan.   Hatîce Gunerli ya ku mala wê xera bûye û ji neçarî li mala xwe maye, anî ziman ku ji be cihê wan ê biçin lê bicih bibin tune ye ew neçar man li mala ku zerar dîtiye bimînğin.   ‘Di van xaniyan de ewlehiya canê me tune ye’   Hatîce a  ku li taxa Etîlerê ya Dîlokê dijîanîne anî ziman ku her çend di erdheja ku pêk hat de xaniyê ku ew tê de bûn zerar dîtye jî , ji ber ku wekî gelek şêniyên Dîlokê  xebatkarên şaredariyê gotin "dikare lê bimîne’, vegeriyan malên xwe yên ji erdhejê bi bandor bûne. Hatîce, destnîşan kir ku ji ber di avahiya zerar dîtiye de dimînin ewlehiya canê wan tune ye û wiha got: “Avanhiya me zerarek mezin dît. Em ditirsin lê bimînin, lê ji ber ku mecbûr in em dimînin. Cihê ku em biçinê nemaye. Di rojên ewil ên erdhejê da em li mizgeft û parkan man. Xebatkarên şaredariyê ji bo tespîtkirina zirarên xaniyan hatin û tevî ku avahî zirareke mezin dîtine jî kêm nîşan dan. Me ji wan re got ku em ê çawa di vî xaniyî de bimînin. Wna ji me re got ‘hûn dizanin, heke tiştek bibe jî ji Xwedê tê’. Gelek dîwarên cîranên min bûne du perçe, lê ji ber ku tiştekî me tune ye divê em di wan xaniyan de bimînin."   ‘Tenê bi  nêrtinê biryara runiştinê dan’   Hatîceyê anî ziman ku xebatkarên şaredariyê yên ji bo tespîtkirina zerarê hatin avahiya ku lê dimînin, bi tu amûran avahî kontrol nekirine û biryar dane ku dikarin tê de rûnin. Hatîceyê got: “Erdhej ewqas dijwar bû ku avahî hema bû du perçe. Roja erdhejê ji ber ku ez nexweş bûm ez rakirim nexweşxaneyê. Ji ber ku erdhej çêbû em hemû ji nexweşxaneyê derxistin. Ji bo vegerim malê erebeyekê yan jî li tiştekî din geriyam ku pê werim. Lê min tu tiştek nedit ku werim malê. Ez felçkirî bi hewldana xwe hatim malê  û demek dirêj piştre gihaştim mala xwe. Dema ez hatim malê her tişt li erdê bû, tu alavên me saxlem nemabûn.”   ‘Em hêj di bin bandora erdhêjê de ne’   Xetîceyê anî ziman ku ji ber erdhejê gelek zahmetî dîtine û tevî ku xaniyê wan xera bûye jî neçar mane lê bimînin û wiha got: "Ez hêj di bin bandora erdhejê de me, kes ji me nikare wê rojê ji bîr bike."