Jinên li konan dimînin: Dewlet erka xwe bi cih nayne 2023-02-20 09:05:16   Rojda Aydin - Rozerîn Gultekîn   AMED - Jinên ku li Parka Sumerê di konan de dimînin, anîn ziman ku ji ber xwediyên xaniyn kirê gelek biha kirine nikarin ji xwe re xaniyekî din kirê bikin û gotin ger ku neçar bimînin dê careke din vegerin malên xwe yên derizîne. Jinan, bertek nîşanî sersariya dewletê ya di vî warî de jî dan û gotın, "Bila dewlet peywira xwe bi cih bîne."   Piştî erdhêjên di 6’ê Sibatê de ku navenda wan Bazarcix a Mereşê bû, pêk hatin şûnde 10 bajar kirin bin bandora xwe û bîlanço her diçe giran dibe. Yek ji van bajrên ku ji erdhejê bi bandor bûn ji Amed e. Di encama erdhêjê de gelke avahiyan z bi hezaran avahî jê bandor bûn û zirarek mezin dîtine. Piştî erdhêja ku pêk hat şûnde xwediyên xaniyan kirêyên xaniyan biha kirin û ji ber vê yekê welatiyên ku ji erdhêjê bi bandor bûne nikarin ji xwe re xanî kirê bikin. Di heman dewlet ji ber di dema xwe de ji bo gel tişta pêwîst nekir û piştguh kir, xwediyên avahiyan jî bi vê yekê re kirêyên xaniyan biha kirin. Li dijî bihabûna kirêyên xaniyan bertekên welatiyan mezin dibin.   Welatiyên navçeya Rêzanê ku xaniyên wan ji erdhêjê derizîne û zirarek mezin dîtine, li Parka Sumerê konên ku hatine vekirin de dimînin. Jinên ku li van konan dimînin, gotin dewlet bila peywira xwe bi cih bîne.   ‘AFAD cudakariyê dike’   Naciye Kaya ya ku li semta Şehîtlîkê dima, ji ber erdhêjê xaniyê wê jî deriziye û got ji ber ku avahiya li kêleka avahiya wan e û gelek zirar dîtiye ditirsin ku biçin xaniyên xwe. Naciye ya ku ji roja erdhêjê ve li derve dimîne tîne ziman ku jiyan ji bo wan gelek zehmet bûye. Naciye, bi lêv kir ku çend rojan kon ji ber nedane wê bi malbata xwe re li derve maye û wiha got: “Dibêjin dê konan ji me bigirin û me bişînin cihek dinê. Lê derfeta me ya ku em biçin ji xwe re xanî kirê bikin tune ye. Ji ber ku piştî erdhêjê kirêyên xaniyan gelek biha kirine. Em niha sê malbat di vî konî de dimînin. Ger ku kon ji me bê girtin em ê neçar bimînin carekedin vegerin xaniyên xwe. Dewlet alîkariya me nake. Alîkariyê nadin me.  Xeynî kon tu tiştekî nedan me. Sîngereke ku em li ser rûnên û betaniyek ku em bavêjin ser xwe tune ye. Me çûn ji mala xwe betanî û hin tiştên din anî. Em niha 15 nifûs di vî konî de dimînin. Ne walî û ne jî tu rayedarek dewletê heta îro nehatiye serdana me nekirine. Ne pirsgirêkên me guhdar kirine û ne jî pirsgirêkên me dipirsin. Welatiyên dildar tên vêderê û alîkariya me dikin. AFAD alîkarî tîne nade me hemûyan. Cudahiyê dikin navberê û ji kesên xwe yên nas re belav dikin.”    ‘Ji ber kirê biha ye em nikarin xanî kirê bikin’   Naciye, destnîşan kir ku bı taybetî bişev ji ber serma û seqeme jiyan ji bo wan gelek zehmet dibe û wiha domand: “Min çû sobobe ji xwîşka xwe girtiye. Em bişev jî agir pêdixin heta serê sibehê. Me gelek caran ji AFAD’ê alîkarî xwest û ji me re dibêjin ‘tuneye.’ Ji me re dibêjin navê we di lîsteyê de tune ye û bi me re hêrs dibi. Em ji neçarî ketine vê rewşê. Xaniyên me zirar dîtine û em dixwazin xanî kirê bikin. Ji ber ku kirê gelek biha kirine. Li Rezanê xaniyê herî bêkêr 2-3  hezar e. Xaniyên semtên dine jî zêdetir biha ne. Lê em tu awayî jî nikarin ji xwe re xanî kirê bikin. Dewlet pêşiya vê zêdekirina kirê divê bigire. Milet hemû birçî hîştine. Em nikaribûn ji xwe re 5 kîlo rûn bistînin. Hevjînê min 54 saliye û ji neçariyê diçe hemaliyê dike. Zarokên min jî ji ber kar tune ye nikarin bixebitin. Em nizanin çawa bikin. Ger ku me ji vir derbixin jî em bimirin jî em ê vegerin xaniyên xwe. Ji ber ku derfetê me yê ku em xanî kirê bikin tune ye. Em sê malbatin çawa sê xanî kirê bikin. Bi perêyê ku niha didin em dikarin çi bikin? Ger ku em alavên xwe bikişînin 6 hezar e. Hemû kes vê rewşê ji bo xwe fersend dibîne. Em dixwazin pêşiya vê tiştê bê sekinandin. Ne xema dewletê ye. Ji ber ku dixwaze kurd hemû bimiri.”   ‘Em nikarin danûstandinê bikin, çawa kirê bidin’   Nafiye Şîn a ku di kon de dimîne, bi malbata xwe re 35 sal in li Hatayê maye û beriya sal û nîvek hatiye li Amedê bi cih bûye û zarokên wê li Hatayê mane. Xaniyên Nafiye yê li Hatayê jî di erdhêjê de hilweşiyaye û xaniyên wê yê Amedê jî deriziye û zirarek mezin dîtiye. Nafiye, destnîşan kir ku ji roja erdhêjê ve nekare biçe mala xwe û li derve di konan de dimîne. Nafiye, wiha axivî: “Ji roja erdhêjê ve ez bi zarokên xwe re li vê derê me. Roja destpêkê kon nedan me. Lê piştre kon dan. Lê alîkariyê kesên dildar tên belav dikin. Xaniyê keça min a li Hatayê jî hilweşiya ye. Em nikarin ji xwe re xanî kirê bikin. Ji ber ku hêza me ya em kirê bidin tuneye. 5,6, 10 hezar kî dikare kirê bide? Hemû xwediyên xaniyan kirê piştî erdhêjê zêde kirin. Pereyê ku didin gelek kêm û têra zerara me nake.  Dewlet bila pêşiya vê zêdekirina kirê bigire. Em nikarin ji xwe re danûstandinê bikin, em ê çawa ew qas kirê bidin?”   ‘Dewlet neçare ji vê gelê re tiştek bike’   Laîka Şîn jî da zanîn ku ji ber erdhêjê xaniyên wê jî zirar dîtiye û bi zarokên xwe re neçar maye li parkê bimîne. Laîka, got ku hemû pirsgirêkên jiyanê û malê li ser milên wê mane û anî ziman ku ji wê re alîkarî û tiştek nehatiye û ji ber vê yekê bi derfetên xwe li parkê ji xwe re konek biçûk daniye. Laîka, daxuyakirin ku ji ber kirêyên xaniyan gelek biha ne nikare ji xwe re xaniyek din kirê bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tu karek tune ye em bixebitin. Em çawa ji xwe re xanî kirê bikin. Ji xwe kirêyên xaniyan gelek biha kirine. Hemû barê malê li ser milên min e. Ez xwe bigihînim kîjan tiştî. AFAD tê li vê derê alîkariyê belav dike. Em ji wan dixwazin û ji ber konê min ne yê AFAD’ê ye alîkariyê nadin min. Jiyan wiha nadome. Em neçar bin em ê biçin mala xwe dîsa. Zarok, nevî û bûka xwe ez ê çawa li wan binerim. Ger ku ez alavên xwe bar bikim dê ji min 10 hezar bê xwestin. Kirêya xaniyan jî hema ev qas e. Ez ê çawa bidim? Ez ê vî pereyî ji ku bînim? Ez xwe û zarokên xwe birçî dihêlin ji xwe bo kirêya vî xaniyî bidim.  Li şûna ku divê gelê Amedê alîkariya hev bikin diçin kirêya xaniyan biha dikin. Ev hemû jî ji ber dewletê ye. Ji ber ku dewlet ji ber ku dewletê di destpêkê de tu çareserî nekir.  Ger ku ez kirê ya vê xaniyê xwe nedim ji mal bên avêtin. Ez bi zarokên xwe  du jê nexweşin biçin ku derê? Hêza min nagihîje hemûyan. Ji ber ku her gavek te bi pere ye. Mirov nikare gav bavêje. Ez û hevjînê xwe ji hev cuda dimînin. Ji ber di fermiyetê de me hîn hev bernedaye dewlet tu alîkariyê nade min. Ez çend caran çûm AFAD’ê lê alîkarî nekirin. Lê dîsa jî ez bi hemû derfetên xwe jiyana xwe didomînim. Ez xwe neçarî wan nakim. Dewlet neçare ji vî gelî re tiştekî bike.”